Ji bo şervanên YPJ'ê Koçer û Elîf mewlûd hat dayîn

18:41

 


JINHA


ÊLIH - Ji bo endamên YPJ'ê Koçer Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, mewlûd hat dayîn.

Li Êlihê bi pêşengiya MEYA-DER'ê ji bo endamên YPJ'ê Koçer Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li mala şînê ya Feqiyê Teyran mewlûd hat dayîn. Nûner û rêveberên rêxistina DBP-HDP'ê, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, nûnerên saziyên civaki yên sîvîl û gelek kes amede bûn. Li cihê mewlûdê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan, ligel wêneyên şervanên YPJ'ê Koçer û Elîf, wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê yên ku di şer û pêvçûnên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, alên PKK- KCK'ê hatin daliqandin. Pîştî xwendina mewlûdê ji bo kesên di têkoşina demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. 

Hevserokê MEYA-DER'ê ya Êlihê Şukru Baytar axivî û anî ziman ku ciwanên kurd ji bo azadiya Kobanê berê xwe dan qada şer, dayîk û bav bi pîştgiriyê hêz dan berxwedana Kobanê. 

Piştî axaftina Şukru nameya ku ji girtiyên Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê ji bo şervanên YPJ'ê Koçer û Elîf hatibûn şandin hatin xwendin. 

Mewlûd bi dayîna xwarinê bi dawî bû.

(zt)