Cenazeyên şervanên YPG'ê Muslum û Sadiq rêkirin Kobanê
18:51
JINHA
RIHA - Endamên YPG'ê Muslum Berkel Qehreman (50) û Sadiq Pêrî (28) ku di berxwedana Kobanê de birîndar bûbûn û ev demeke li Rihayê tedawî didîtin jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Muslum û Sadiq ber bi Kobanê ve hatin rêkirin.
Li Kobanê di operasyona paqijkirina gundan ya li hember çeteyên DAIŞ’ê de şervanê YPG bavê 8 zarokan Muslum Berkel Qehreman (50) ku li gundê Qilheydê û bavê 3 zarokan Sadîk Pêrî (28) jî li gundê Taşlûkê birîndar bûbûn û ji bo tedawiyê anîbûn Rihayê. Ev demeke Muslum û Sadiq yên li Rihayê tedawî didîtin jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên YPG'ê piştî kar û barên otopsiyê bi girseyî ber bi Kantona Kobanê ve hatin şandin.
Cenazeyên Muslum û Sadiq dê sibê li Goristana Şehîdan ya Kobanê bên definkirin.
(kom)

