Îdiaya li Farqînê jinek ciwan xwe întihar kiriye
19:13
Adar
10
/ 2015
JINHA
AMED - Hat îdîakirin ku jina ciwan a 17 salî ya li Taxa Gorduk a Farqîna Amedê rûdine xwe daliqandiye.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, li Taxa Gorduk a navçeya Farqîn a Amedê N.O. a 17 salî bi sedemeka ku hê nayê zanîn li mala xwe daliqandiye. N.O. a malbatê ew bi awayekî daliqandî dît, rakirin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzoglû. Tevî hemû mudaxeleyan jî jina ciwan nehat rizgarkirin. Cenazeyê jina ciwan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
(zt)
