Yasemin İnceoglu: Medyaya alternatif hêviyan çêdike
09:23
Mizgin Tabu/JINHA
STENBOL – Perwerdêra Fakulteya Zanîngiha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemin Înceogul diyar kir kul i hember medyaya serdest alternatîfek cuda gengaze û wiha got: “Medyaya alternatîf ji bo pêşerojê hêviyê dide. Ji ber wê jî dê ji bo hemû Tirkiyê bibe mînak. Di xwezaya rojnamegeriyê de ji bo hemû mirovên xwediyê fikir û ramanên cuda vekiriye.”
Perwerdêra Fakulteya Zanîngiha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemin Înceogul medyaya serdest û beranberî wê jî medyaya alternatîf nirxand û wiha got: “Di van salên dawî de zimanê medyayê serdest û zayendîperest gelek tê nîqaşkirin. Nirxandinan dikin, pirtûkan dinivîsin û civînan digirin, lê notên ku derbas dibin hemanin mixabin guherîn têde nabe. Di medyayê de jin weke tîpên jina baş, dayîka fedekar, baş kar dike, jina xirab û jinên komployan çêdikin ji hev hev cuda dikin. Jin heye lê îro li medyaya navnetewî binêrin. Îro di pêvajoya biriyargirtinê de em çend jinan dikarin bibînin. Jinek ya gernendeya gişti heye? Li gorî dizanim nîne. Hinek pêvajoyan derketine, lê niha nîne.”
‘Dema ku dikevim cihê kar nasnameya xwe ya jinbûnê dêxim’
Yasemin bilêv kir k udi sala 2002’an de lêkolînek di derbarê jinên rojnameger de hatiye çêkirin. Yasemin balkişand ser diyalogeg ya navbera lêkolîner û jinek rojnameger de û wiha domand: “Jina rojnameger ji bo lêkolîner wiha dibêje; ‘Erê ez jinek rojnamegerim, lê dema ku dikevim hindirê bînaya cihê kar li wê nasnameya xwe ya jinbûnê dixim û weke mêran dibim.’ Ev tê wateya ku tu bixwazê nexwazê atmusfera heyî mirov dide guherîn, ji xwe desavantajek yê jinan yê wiha heye… Din ava karên wiha de li gel xebatek zêde jî ji ber nêzîkatiyên mêran carnan jinbûna xwe ji bîr dike.” Yasemin anî ziman ku demdirêje medyaya pak rastî pirsgirêkan tê û wiha berdewam kir: “Li vêderê dibe ku hîtabî kesîmek yê ji çand, bawerî û netewên cuda pêktên dikin. Hun kesîmek yê civakê yê hatî durxistin û wan weke cihê wan di vî welatî de nîne hatîn dîtin didin pêş û tînin rojevê. Mirov naxwaze ser rewşa wan kesîman bifikire jî.” Yasemin ji bo pêşxistina dijminiyek herdemî despêkirina kampanyeya lîncê bibîr xist û wiha axivî: “Dema ku mirov ji jor de dinêre weke goka berfê mezin dibe û her diçe rê li pêşiya talokeyan vedike. Em ji van re sucên cînayetên nefretê dibêjin. Mixabin di van salên dawiyê de mînakên wiha li Tirkiyê pirin.”
‘Di medyaya civakî de kampanyaya lîncê weke goka berfê mezin dibe’
Yasemin girêdayî medyaya nû û medyaya dijîtal jî wiha got: “Êdî manşetên rojnamegeran weke berê ne giranin. Weke berê êdî zimanê weke yên dinê dîtinê bi kar anînin, ev jî balkêşe. Ji salên 2007 û 2008’an û pêde mirov dikare bêje êdî rewşek ber bi başiyê heye.” Yasemin destnîşan kir ku medyaya civakî weke navendek ya azad tê dîtin û wiha domand: “Dema ku mirov li xwendekarên rojevê dinêre û li nêrînên wan yên parkirî dinêre ji vî halê tê dîtin bêzar bûne. Di aliyê cinsî de zimanek gelek xirab tê karanîn. Mînaka goka berfê ya min dayî ji bo karanîna vê rewşê guncawe. Ew gotin mîna wê gokê her diçe mezin dibe. Ji xwe kî kiye jî nayê zanîn. Di gotinê de zimanekê dixebitîne û bandorê li derdorê dike.”
‘Medyaya alternatîf dibêje gihandinek din gengaze’
Yasemin di derbarê medyaya alternatîf de jî wiha nirxandin kir: “Ez medyaya alternatîf pir di ecibînim. Dema ku li rojnameyên Ozgur Gundem û Evrenselê dinêrim nûçeyên jinan dibînim. Ji xwe nûçeyên jinan çêkirin karê hişmendiyê ye. Di civaka me de jin, zarok, netew, kêmnetew û berasteng bê ewle û şikestî dimînin.”
Yasemin gotinên xwe wiha berdewam kir: “Medyaya alternatîf gelek giringe. Ji xwe navê wê li sere bi duruşma ‘gihandinek dinê gengaze’ dest bi kar dike. Çapemeniya alternatîf ji bo pêşerojê hêviyê dide. Di vê wateyê de dê ji bo hemû Tirkiyê bibe mînakê. Di xwezaya rojnamegeriyê de vekirîbûnî, ji bo hemû kesîman vekiriye. Divê nûçeyên girêdayî mafê mirovan bên çêkirin. Di medyaya heyî de girêdayî nedîtina nûçeyên wiha dosya vekirin û bi tayîbetî jî di pêvajoya muzakereyan de divê bi awayek şefaf ji hemû aliyan nêrîn bên girtin.”
(zt)

