Sembola jinên ducani yên hatîn qetilkirin Helepçe Xelîl
09:30
Şêrîn Hiso/JINHA
AMED - Di 11'ê Adara sala 2014'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, jina ducanî Helpçe Xelîl li gel 7 welatiyan di teqînek ya ji aliyê çeteyan ve hatî kirin de jiyana xwe ji dest da. Helepçe weke sembola jinên ducaniyên hatine qetilkirin tê zanîn. Dayîka Helepçe Mekiye Hiso girêdayî qetilkirina keça xwe wiha got: “Xeyalê Helepçe ewbû ku Şaredariya Qamişlo ji aliyê jinan ve bê rêvebirin, da ku Qamişlo jî wek Nisêbîna serxetê bibe bajarê jinan. Lê keça min hem bi zaroka xwe û hem jî bi xeyalên xwe ve çu.”
Di dîrokê de her dem bajarê Qamişlo yê Rojava yê Kurdistanê rastî êrîş û komkujiyan hatiye. Di 11’ê Adara sala 2014’an de dema ku amadekariyên bîranîna Serhildana Qamişlo dihat kirin çeteyên bê esil li nava bajêr teqînek pêk anî. Li Navenda Pêşvebirina Bajarvanî û Ekolojiya Bajar pêk hat.Di teqşînê de 3 jê jin 7 welatiyan jiyana xwe jidest dan. Yek ji jinên k udi teqînê de jiyan xwe ji dest dan jî Helepçe Taha Xelîl ya ducanî û weke sembola jinên ducaniyên hatine qetilkirin bû. Helpçe di 12 Îlona sala 1988'an de din ava malek kurdewar de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Tenê birayek Helepçe heye. Di sala 2014'an de Helpçe li Şamê zanîngeh qedand û vegeriya Qamişlo. Helpçe di rêveberiya kar û barê jinan ya Şaredariya Bajarê Qamişlo de cih digirt. Helpçe bi derhuner Şêro Hindê re zewicî bû. Dema ku Helpçe hat qetilkirin ducanî bû.
‘Dîroka êrîşa terorî hilbijartî bû’
Dayika Helpçe Mekiye Hiso berpirsa têkiliyên dîplomasi ya Yekîtiya Star ya bajarê Qamişlo ye. Mekiye ya dayîka 2 zarokan bi bîr xist ku dîroka qetilkirina Helepçe hilbijartî bû û wiha axivî: “Roja keça min bi 7 hevalên xwe re di teqînê de jiyana xwe jidest dan welatiyên Qamişlo amadekariya bîranîna Serhildana Qamişlo dikirin. Serhildana Qamişlo ya ku di 12’ê Adara 2004’an de pêk hat her sal bi girseyî ji aliyê gel ve dihat biranîn. Lê di sala 2014’an de hêzên ku ew teqîn pêk anî xwestin dîroka wê serhildanê bi gel bidin ji bîrkirin. Keça min Helpçe roja berî jiyana xwe jidest bide ji min re got: ‘Me dar ji bo çandinê amade kirin e. 2 roj mane ji bo salvegera Serhildana Qamişlo re. Dixwazim di vê rojê de wan daran li kolanên Qamişlo biçînim.’ Lê keça min negihişt wan daran li kolanên Qamişlo biçîne.”
‘Bi hêza jinan bawer bû’
Mekiye diyar kir ku Helpçe keça wan ya tenê bû lewra ew pir bi wê ve hatibû girêdan û wiha got: “ Helpça jinek çav vekirî bû li derdora xwe pir hayedar bû. Gelek caran ji min re tanî ziman ku jinên têkoşer yên çiyayî bandorek mezin li wê dikin. Xewnek Helepçe hebû ku şaredariya Qamişlo ji aliyê jinan ve bê rêvebirin, da ku Qamişlo jî wek Nisêbîna serxetê bibe bajarê jinan. Hêviya Helpça ya mezin ew bû karibe ji bo jinan xizmetek şaristanî baş bê kirin û ser pêkanîna vê yekê pir dixebitî. Helpçe bawer bû ku jin di milê ekolojî û paqijhiştina xwezayê de xizmetek çêtir û encamên mezintir bi dest bixe.”
Mekiye bilêv kir ku keça wê Helepçe dema hat qetilkirin ducanî bû û wiha berdewam kir: “ Keça min ne tenê şerefa şehadetê ji xwe re bi dest xist, lê torinê min jî bi xwe re bir. Niha torinê min jî bi dayîka xwe re di nava şehîdan de ye. min torinê xwe ne dît, ez bextewarim ku keçek min şehîd ket û zaroka di zikê xwe de jî bi xwe re kir nava karwanên şehîdan.”
‘Bi hezkirina welat re hat xwedîkirin’
Bavê Helepçe Rojanamevan û Nivîskar Taha Xelîl jî anî ziman ku zîrektiya keça wî Helpçe ji zarokatiya wê de diyar bû û wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Helpçe tenê bi xwendina xwe ve mijûl dibû. Malbata me jî malbatek rêxistini ye, lewra Helpçe bi hezkirina welat re mezin bû. Dema ku keça min Helpçe zanîngeh qedand û ji Şamê vegeriya Qamişlo xwest dest bi xebatê bike. Helpçe berî bê qetilkirin çû Amedê û li wê beşdarî perwedeya derbarê pêşvebirina bajarvaniyê bû. Piştî vê perwerdê vegeriya Qamişlo û dest bi xebatên xwe li Şaredariya Qamişlo kir.”
‘Dilreşiya wan xala hevpar e’
Taha destnîşankir ku dijmên me hertim dixwazin ku xweşikbûna jiyanê ji dora me tune bikin û wiha pêde çû: “Teqîna ku wê rojê pêk hat û 8 kulîlk ji Qamişlo qetand, gelek destên qirêj wê amade kiribûn. Kîna di dilê rejîma Baas de, çeteyên xwînxwar û xiyaneta ku her car di dîroka kurdan de dûbare dibin, hemû di roja 11’ê Adarê de kom bûn û vê bûyera bi xwîn pêk anîn. Armanca van hêzên reş ne tenê qetilkirina çend kesan ji şaredariyê bû, lê belê ew bersiva reşiya ku bi salan e di dilê wan de hetiye xwedî kirin.”
Taha anî ziman ku Helpçe ji Çiyayê Bagokê pir hezdikir û wiha axivî: “Keça min dixwest navê zaroka xwe bike Bagok. Em hemû li hêviya Bagok bûn, Helpçe çû û Bagok bi xwe re bir. Ez hertim dibêjim, hina dunyayê hemû heger bê li hevdan, têra hinekirina destê şehîdên me yên jin nake.”
(şh/zt)

