‘Ez dixwazim jinan hînî hunera dirunê bikim’

09:38

 


JINHA


ŞIRNEX - Jinên Şirnexê di hemû qadên jiyanê de cilên herêmî li xwe dikin. jina bi navê Heybet Tuncay ku ev 25 salin karê duruna cilan dike da zanîn ku wê heta niha nêzî sed kes hînî durunê kiriye û wiha got: “Li Silopiyê gelek jin bêkarin ez dixwazim wan hinî vî karî bikim da ku debara xwe karibin bikin û li ser lingê xwe bisekinin; lê derfetê min kêmin. Ez dixwazim atolyeyek vebe û jin li vir hîn bibin. Ez amademe ku li ciheki wiha wane bidim.”


 Li hember pergala modernîteya keputalîst ya ku çandan diqedîne û mirovan yek reng dike parastina çandê. Yek ji devêrên ku li hember cil û bergên pergalê disekinin herêma Botanê ye. Li Botanê din ava jiyanê de cilên heremî tên li xwe kirin. Bi tayîbetî jî jin bi kincên xwe yên netewî li her qadên jiyanê ne. Li navçeya Silopiyayê welatiya bi navê Heybet Tuncay (45)  a ku 25 sal e karê durutina cilên herêmî  dike diyar kir ku karê dirûnê karekî  baş e û bêkariya jinan a li herêmê kêm jî be bi atolyeyên dirunê dê were çareserkirin. Heybet dide zanîn wê heta niha wê gelek kesan hînî vî karî kiriye û ew amadeye waneya dirunê bide gelek jinan.


‘Min heya niha nêzî sed jinan hînî dirunê kiriye’


 Heybet wiha behsa karê  xwe kir: “Berê terziyek min a biçuk hebû dû re min terziyek mezin anî û min karê xwe mezintir kir.” Heybet da zanîn ku  jin karin vî  karî li her derê bikin û axaftina xwe wiha  domand: “Ez dixwazim  jinan di hêla mekîneyê de perwerde bikim, lê pêwîste ku derfetê min hebin dema ez şagirtan perwerde dikim karê min ji para di mîne. Ez neçarim di aliyekê de jî karê xwe bimeşînim.”  Heybet got ku Heya niha nêzî 100 şagirt li ber destê wê  hînî dirûtinê bûne hinek ji wan ji xwe re kargeh jî vekirine. 


‘Li Silopi bêkarî zêde ye’


 Heybet balkişand ser kedkariya jinan û wiha domand:”Divê jin di ferqa hêza xweda bin. Divê jin di hemû qadan de hebin û xwe bi rêxistin bikin. Her sal gelek jin tên qetilkirin. Divê jin li wê gorê xwe bi rêxistin bikin û li ser piyê xwe bi sekinin. Piraniya jinên vî bajarî bêkarin pêwîste derfetên ku jin karibin têde bixebitin werin ava kirin.”


 Heybet desnişan kir ku kesek ji bo bibe memhur 20 -30 dem winda dike lê karê dirunê ne wihaye zêde dem jê re ne pêwîste û tu cudahiya vî karî û memurtiyê tine hata jê xweştir e. Heybet da zanîn ku ew cil û bergê Silopiya, başur, milê Zozaniyan ser mil û kirasên Şirnexî, kiras û etekên normal çêdikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez naxwazim ev huner wunda bibe. Ez dixwazim heta derfeta min hebe ez jinan hînî vî karî bikim, ev çanda me ye. Lê derfetê min kêmin ez salê karim 4-5 jinan hînbikim eger derfetê min hebin ez dixwazim hemû gelek jinan hînî vê hunerê bikim.”


 (fs-ma/zt)