Welatiyên Pirsûsê Berkîn Elvan ji bîr nekirin
10:25
Adar
11
/ 2015
JINHA
RIHA - Welatiyên Pirsûsê salvegera qetilkirina Berkîn Elvan bi nan û nepoxa bibîranîn.
Welatiyên Pirsûsê ji bo zarokê 14 salî Berkin Elvan dema ji malê derket û çû firinê nan bistîne bi bombeya gazê ya polîsan birîndar bûbû û piştî 269 rojan li nexweşxaneyê tedawî bû jiyana xwe ji dest da bû. Li bazara Pirsûsê di biniya şaredariyê de welatiyan nan û nepox daliqandin û selvegera qetilkirina wî bibîranîn. Nanê bi qurdeleya reş hat daliqandin û nepoxa li ser "Berkîn zarok bû" hatibû nivîsandin welatiyên di kuçeyan de diçûn û dihatin bala wan dikşand.
(kom/zt)

