Ji bo Ivana li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya sûîqestê
11:24
JINHA
QAMİŞLO – Rêxistina Jinên Koministên MLKP a Rojava bi boneya bîranîna Endama MLKP’ê Ivana Hoffman (Avaşin Tekoşîn Guneş) ya ku dem ali eniya Til Temir li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikir heya guleya dawiyê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da çalakiya sûîkastoyî li hember çeteyên DAIŞ’ê pêkanîn. Di çalakiyê de çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin.
Şervanên jin yên MLKP’ê li Kantona Cizîrê ya Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya sûîkastoyî pêkanîn. Di çalakiyê de çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin. Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP/Rojava der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, "Li dijî paşverûtiya DAIŞ'ê ku dijminê mirovahiyê û jinê ye, mîna rêhevala xwe Avaşîn Têkoşîn Guneş em ê bedena xwe bikin bend û berxwedana xwe dewam bikin."
Şervanên jin ê komunîst çalakî diyarî Hoffman kirin û gotin, "Em ê li ser şopa wê bin û nehêlin çeka wê bêdeng be. Em ê bibin kabûsê kujerên DAIŞ'ê yên tecawizkar û kujerên jinê. Soza te ya serketinê soza me ye."
(zt)

