Li Pirsûsê silava roja 178'an
11:49
Adar
11
/ 2015
JINHA
RIHA - Nobedarên berxwedanê yên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê, di roja 178’an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.
Li gundên berxwedanê yên Pirsûsê, ku ji bo pîrozbahiya mezin a Newrozê ya 17'ê Adarê amadekarî lê tên kirin, bi çalakiya zincîra ji mirovan re pêngava azadkirina Kantona Kobanê ya YPG/YPJ'ê hat silavkirin. Ji ber amadekariyên Newrozê, çalakiya îro bi tenê li gundê Elîzerê pêk hat. Bi sedan kesên li hev kom bûn, deqeyek rêz girtin û bi qîrîna dirûşman şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.
(zt)
