Rejîma Îranê 3 kesên din darvekir

14:49

 


JINHA


NEVENDA NÛÇEYAN - Komara Îslamî ya Îranê îro serê sibê 2 jê Kurd 3’ê kes darvekirin.


Komara Îslami ya Îranê darvekirina Kurdan û kesên medenî berdewam dike. Îro danê sibê li Girtîgeha Urmiyê 2 jê kurd 3’ê kesên din darvekirin. Li gorî zanyariyên ji kampanya zindaniyên siyasî û medenî hatî girtin, îro danê sibê 3’ê girtiyên binavê Selahedîn Şerafet yê ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistan, Semed Mihemed yê ji bajarê Nexde yê Rojhilatê Kurdistan û kesek din yê bi navê Elî Pasdar li Girtîgeha Urmiyê hatine darvekirin. Li gorî agahiyan her 3’ê kes ji ber ku bi kuştinê tên gunehbarkirin hatine darvekirin.


Heya niha tu dezgehên fermî yên Îranê, li ser darvekirna her 3’ê kesan daxuyanî nedane.


(zt)