Ji bo Şervanê YPG’ê Mûrad Atik mewlûd hat dayîn

15:00

 


JINHA


ŞIRNEX- Li Silopî bi hezaran welatî çûn serdana konê sersaxiyê ji bo şervanê YPG’ê Mûrad Atik hatiye vedan mewlûd hat dayîn.


Li Silopî bi sedan welatî çûn serdana konê sersaxiyê ji bo şervanê YPG’ê Mûrad Atik ê ku şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de di operasyona azadkirina gundên Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliye malbat û endamê MEYA-DER’ê ve mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de Hevserokên HDP’ê û DBP’ê û bi hezaran welatî amade bûn posterên Rêberê gele kurd Abdulah Ocalan wêneyê endamê YPG’ê Cemal Spêrtî û alên YPG’ê û KCK’ê hatin daliqandin û her wiha dirûşmên “Şehîd namirin, Bêjî berxwedana YPG’ê ,Bêjî Serok Apo” hate berzkirin  . Di mewlûdê de ji bo kesên di tekoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da rêzgirtin hat girtin.


Piştî rêzgirtinê endamê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yîğît axivî û sersaxî ji malbata Atik û tevgera azadiyê û gelê kurd re xwest.Mûrad diyar kir ku zarokên gele kurd ji bo azadkirina her çar parçeyên kurdistanê tevdigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir”Rêheval cemal û hemû keç û xortên kurd ji bo azadkirina kurdistanê li hember çeteyên hov li ber xwe dan û canê xwe ji bo axa pîroz kirin feda.”


Piştî Qasim Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Şirnex Hûrşît Kûlter jî sersaxî ji malbata wî û hemû şehîdên Kurdistanê re xwest. Hûrşît axivî û wiha got :”Şehîdên me di navbera ronahî û tarîtiyê de pirek in. Em soz didin cangoriyên Kurdistanê ku ew serkeftina wan bi canê xwe bi dest xistî em bi tekoşîna xwe bibin heya dawiyê”.


Bavê Mûrad Mehmed Atik jî welatiyên hatîn sersaxiyê re spas kir û got ku kurê wî şehîdê hemû gele kurd e.


Piştî axaftinên hatin kirin bi dayîna xwarinê dawî bû.


(fs/zt)