DKY li Mersînê jinên berxwedêr bi bîranîn
16:47
JINHA
MERSİN – Meşa Jinên Cîhanê di rawerstgeha xwe ya çaremin de li Mêrsînê mezarê mezarê yek ji 3’ê siyasetmendarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Leyla Şaylemez û Ozgecan Aslan ya li Tarsusê hatî qetilkirin ziyaret kirin. Koordinatora DKY ya Tirkiyê Yildiz Temur Turkan ser mezarê Ozgecan Aslan axivî û diyar kir ku Ozgecan li Tirkiyê weke sembol hatiye nîşandan.
Rawestgeha Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ê Mersîn bû. DKY li gel jinên Mêrsînê di taştêya li Cafe ya Limon Çiçeyê hatî amadekirin hatin gel hev. Piştî taştê jinan mezarê yek ji 3’ê siyasetmendarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Leyla Şaylemez û Ozgecan Aslan ya li Tarsusê hatî qetilkirin ziyaret kirin. Dema ku jin çun ser mezarê Leyla Şaylemez ya li Goristana Başurê Bajê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê jinên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi bernama xwe kirin. Piştî rêzgirtinê bavê Leyla Şaylemez Cumali Şaylemez axivî. Cumali da zanîn ku 20 salin din ava tekoşîna azdiyê denin û wiha got: “Di vê tekoşînê de şehîdnê me çêbûn. Her yek ji wan parçeyek ji mene. Divê ji bo lêgera gel bedel bên dayîn. Dema ku em bedel jî didin cigerên me parçe dibin. Bi tekoşînê em ê dawî li van hemûyan bînin.”
Paşê jî jinan gora Ozgecan Aslan ya li Gotistana Akbelen ê ziyaret kirin. Ser gotistanê jinan bilêv kirin ku gotinên weke ‘idam û hadim’ çareseriyê nayînin, tenê çareserî bi azadiya jinan gengaze. Koordinatora DKY ya Tirkiyê Yildiz Temur Turkan jî axivî û wiha got: “Em berxwedanê didin hev û dimeşin. Ozgecan heya dawiyê li ber xwe da û li Tirkiyê bû sembol.”
Dê rawestgeha jinan ya dinê jî Antalya be
Yildiz anî ziman ku wan ji cihê ku berxwedana jinan herî lê bilind dest bi meşa xwe kirin. Piştî ziyareta goristanan jinan mala Ozgecan Aslan û Yasemîn Çakar ya k udi rojên derbasbûyî de ji aliyê hevserê xwe ve hatî qetilkirin ziyaret kirin. Paşê jî jin çun beşdarî pêşangiha wêneyan ya bi navê “Şanoya di çavê jinan de wêne” ya li Hemama Hadra yê bûn.
Jin ber bi rawestgeha xwe ya pêncan Antalya ve ketin rê.
(zt)

