Jinan cenazeyê Ivana Hoffmann wergirt

18:52

 


JINHA


MÊRDÎN - Cenazeyê şervana MLKP Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve hate wergirtin û ji Qamişloyê anîn Nisêbînê.


Cenazeyê Ivana Hoffman (Avaşîn Tekoşîn Guneş) ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bê kirin, îro di saetên pîştî nîvro de birin deriyê sînor ê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de. Cenaze li wê ji aliyê rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û sedan kesan ve, ji bo Bakurê Kurdistanê hate oxirkirin. Li gorî agahiyên Alîkara Seroka ESP’ê Fethiye Ok dan, Walîtiya Mêrdînê gotiye “Hûn dikarin cenaze ji deriyê sînor werbigirin.”


Piştre malbata Ivana Hoffmann, Ok û rêveberên ESP, HDP û MEYA-DER’ê û malbata Oguz Saruhan ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, çûn Deriyê Sînor ê Nisêbînê. Şervanên YPJ/YPG’ê cenazeyê Ivana Hoffman anîn deriyê sînor. Vê carê jî peywirdarên deriyê sînor bi hinceta ewraqên fermî tinene, destûr nedan. Piştî gotûbêjên dirêj û navbeynkariya parlamenterên HDP’ê destûr hat dayin ku cenaze bînin Nisêbînê.


Li wê şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre darbesta Ivana Hoffmann li ser milê welatiyan anîn ber sînor.


Jinan darbesta Ivana Hoffmann anîn ser sînor û ji deriyê sînor girtin.


Cenazeyê Ivana Hoffmann wê bibin qada Newrozê ya Nisêbînê û wê li vir bi beşdariya gel bê oxirkirin.


(zt)