Li Rojava aborî bi nêrîna jinê pêşdikeve

09:10

 


Şevin Şervan / JINHA


TIRBESİYE – Jinên Rojava yên li hember pergala keputalîzmê bi xweseriya demokratîk aboriya xwe pêş dixin dibêjin: “Emê nebin kolê mala ku pergalê avakirî.” Di avakirina jiyana nû ya Rojava de weke her navendên jiyanê di navendên aboriyê de jî nin cîh digirin, komun û kooperatîfan avadikin.


Pergala kaputalîzmê aborî ji cewherê wê derxistiye û kiriye amraza mêtîngeriyê. Pergalê jin jî ji aboriyê qetandiye û kiriye rewşa metayê.  Jinên Rojava yên li hember pergala keputalîzmê bi xweseriya demokratîk aboriya xwe pêş dixin. Bi Şoreşa Rojava ya dibin pêşengiya jinê de berdewam dike re xweseriya demokratîk jî li hemû navendan xwe bi cîh dike, yek ji navendên bicîhkirinê ya sereke jî aboriye.


‘Divê li keda jinan xedîderkevin’


 Rêvebera Yekîtiya Star Xalya Eyup Ahmet diyar kir ku ew li hemberî aboriya ku pergala kaputalîzmê avakirî komun û kooperatîfan avadikin û wiha got: “Jin dibiniya komunan de xebatên xwe yên aboriyê bi rêve dibin. Me xwest karek yê tenê jin têde bixebitin vekin. Berê di aliyê aboriyê de jin girêdayî mêran bû, lê me ev guherand.”


Xalya anî ziman ku divê jin baweriya xwe bi hêz, zeka û keda xwe bîne û wiha domand: “Ji ber jin di hemû qadên jiyanê de kedê dide; lê keda wê nayê dîtin. Heya niha mêran li ser keda jinan xwe daye jiyan din. Lê ji niha û pêde emê desturê nedin vê. Divê ji niha û pêde jin li keda xwe xwedî derkevin û navendên aboriyê bi nêrîna jinê bên pêşdebirin.”


Emê nebin kolê mala ku pergalê avakirî’


Xalya destnîşan kir ku jin di hemû navendên jiyanê de dixebitin, di karê xwe de bi serketîne, lê divê hişmendiya hezarî salan ya ser jinê bê guherîn û wiha berdewam kir: “Pergalê jin di malê de da girtin û kir kolê malê. Lê emê nebin kolê mala ku pergalê avakirî. Jin û xweza giştîne.Divê jin li malan de ne runin û din ava hemû qadên jiyana nû de cîh bigirin. Em hêza jinê dizanin, jin di kîjan qadê de cîh bigire teqez dê karê serketî bike. Li vê derê şoreşek tê jiyîn û ev şoreş jî bi pêşengiya jinê pêşde diçe. Weke jin divê em van derfetan baş binirxînin. Divê jin pêşengiyê ji avakirina pergalê re jî bikin.”


‘Emê tekoşîna xwe berdewam bikin’


Xalya jina kurd ya şoreşger Sakîne Cansiz weke mînak nîşan da û wiha dom kir: “Çawa Sakîne di girtîgehan de li ber xwe da û peyîwira xwe anî cîh em jî şopdarên wêne. Emê heya dawiyê girêdayî Rêbertiya xwe ya ku ji bo jinan kedek bê dawî dayî heya dawiyê girêdayîbin. Ji bo ku ev tekoşîn bi ser keve em amadene bi her awayî bedel bidin. Di vê tekoşînê de em bi can, mal û zarokên xwe re amadene.”


‘Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo jiyanê avadikin’


Medya Heseyn ya ku mamostaya zimanê kurdiye û di heman demê de din ava xebatên komun û koonferansan de cîh digire jî wiha axivî: “Eweke jin di pêvajoya ji nû ve avabûna Rojava de em xebatên aboriyê bi rêve dibin. Bi hev re kar kirin û navenda aboriyê fireh kirin fikrina me jinan ya hevbeşe. Di herêma aboriyê de pêşveçun ji bo jinan gelek giringe. Divê êdî jin bibin yek û di hemû qadên xebatê de xwe bi rêxistin bikin. Em ji bo azadiya jinan xebatan dikin. Emê weke jin azadiya xwe bi dest bixin. Rêber Apo ji bo jinan kedek mezin daye.Em niha bir aman û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dikin.”


 (zt)