Ji 15 welatên Rojhilata Navîn beşldariya Konferansa Ciwanan

09:18

 


Tekoşin Tekin / JINHA


AMED – Dê bi pêşengiya Meclisa Ciwanên DBP û KCD’ê 1’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bê li darxistin. Girêdayî konferansa ku dê ji 15 welatên Rojhilata Navîn ciwan beşdar bibin Endama Meclisa Ciwanên KCD’ê Evîn Yagmur axivî. Evîn diyar kir û ne tenê Rojhilata Navîn ew hêza guherîna hemû cîhanê ne û banga tevlîbûna konferansê li hemû ciwanan kir.


Dê li Amedê 1’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di 13-15’ê Adarê de bi duruşma “Dê ciwan hêza xwe avabike û Rojhilata Navîn azad bike” bê li darxistin. Dê axaftina vakirinê ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel ya Kobanê ve bê kirin. Dê ji welatên weke Urdun, Lubnan, Misir, Cezayîr, Afganîstan, Kibris, Yemen, Tirkiye û Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî beşdar bibin. Konferansa ku dê sê rojan berdewam bike de dê mijarên weke “Sazumaniya dîrokî û civaki ya Rojhilata Navîn”, “Pergala kaputalîst û budaxeleya hêzên wê ser Rojhilata Navîn”, “Di Rojhilata Navîn de li hember pergala kaputalîst lêgera alternatîf û rolê pêşengiyê”, “Xeta tekoşîna hevbeş avakirin û pêşdebirin”, “Di buhara Ereban de rola ciwanan” û “Di berxwedana Filisîtînê de rola ciwanan”  dêbên nirxandin.


‘Dê xetek navendî bê avakirin’


 Girêdayî konferansa ku dê ji 15 welatên Rojhilata Navîn ciwan beşdar bibin Endama Meclisa Ciwanên KCD’ê Evîn Yagmur agahî da û da zanîn ku armanca wan li hember lîstokên di Rojhilata Navîn de tên lîstin şiyariyê bidin çêkirin. Evîn anî ziman ku de serî de Ewrupa, Latîn Amarîka û Welatên Baskê jî di navê de dê ji 15 welatên Rojhilata Navîn civan beşdarî konferansê bibin. Evîn bilêv kir ku dê konferans bi xwendina peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan despêbike û wiha domand: “Emê hêza ciwanan avabikin û Rojhilata Navîn azad bikin. Em dixwazin bi vê şîarê ciwanên Rojhilata Navîn rêxistin bikin. Emê di konferansa xwe de sazumaniya Rojhilata Navîn ya cîvakî û dîrokî binirxînin. Emê girêdayî tekoşînên hevbeş yên ciwanên Rojhilata Navîn pirsgirêk û çareseriyên wan nirxandinan bikin. Girêdayî wê emê ser pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn çîbûn, çima evqas pergal ser Rojhilata Navîn di lîze û çareseriya wê dê çîbe nirxandinan bikin.”


‘Hêza me ya guherîna hemû cîhanê heye’


Evîn bilêv kir ku dêkonferansa wan di 13-15’ê Adarê de li Navenda Çanda Ciwanan ya Cegerxwînê bê lidarxistin û wiha berdewam kir: “Em weke ciwanên kurd ketin rêyek wiha. Em dixwazin weke ciwan hêza xwe di Rojhilata Navîn de diyar bikin. Bi vê buneyê em hewil didin li hember pergala kaputalîst hemû ciwanan bigirin gel xwe. Bi vê hêzê em dikarin ne tenê Rojhilata Navîn hemû gerdunê biguherin. Weke ciwan hêza me ya bi vî rengî heye. Banga me ji bo hemû ciwanan beşdarî vê rexistinê bibin.”


 (zt)