Li Alîgorê Agirê Newrozê

09:25

 


JINHA


RIHA - Li Pirsûsê ku wê di 17'ê Adarê de li ser sînorê Kobanê pîrozbahiyeke mezin a Newrozê pêk were, ji niha ve pîrozbahiyan destpê kirine. Bi sedan kesên li taxa Alîgor a navçeyên hatin cem hev, li dora agirê Newrozê govend gerandin.


Li gelemperiya Rihayê pîrozbahiyên îsal ên Newrozê li Pirsûsê destpê dike. Amadekariyên li navçeyê dewam dikin. Pîrozbahî wê di 17'ê Adarê roja Sêşemê de li gundê Etmanek ê li ser sînorê Kobanê, bi beşdariya Hevserokên KCD, HDP, DBP, gelek heyetên ji hundir û derveyî welat û bi deh hezaran welatiyan, pêk were. Newroz diyarî Kobanê ya bi berxwedaneke mezin azad bû, hat kirin.


Coşa Newrozê guh li taxa Alîgorê xwe da der. Bi sedan kesên li ber avahiya Şaredariyê li hev kom bûn, agir geş kirin û li dora agir govend gerandin. Di pîrozbahiyê de ku bê navber dirûşmên ji bo YPG û YPJ'ê hatin qîrîn, fîşegên hewayî hatin teqandin. Pîrozbahiya Neworzê danê êvarê bi dawî bû, lê belê agirê Newrozê heta ber destê sibehê pêketî bû.


(zt)