Dê DKY li Muglayê li hember gaspa xwezayê bimeşin

10:15

 


Handan Tufan/ JINHA


İZMİR Meşa Jinên Cîhanê ya ku starta wê li Nisêbînê hatî dayîn berdewam dike. Dê 14 adarê jin li Muglayê bin û 15’ê jî li Îzmîrê bin. Dê jin li Muglayê li hember gaspa xwezayî bimeşin û li Îzmîrê jî li hember depoyên nukleerê û ocaxên Beran bi welatiyan re hevdîtin bikin û alîkariyê bidin tekoşîna wan.


Meşa Jinên Cîhanê ya ku îsal li Kurdistanê starta wê hatî dayîn berdewam dike. Meşa ku starta wê di 6’ê Adarê de li Nisêbînê hat dayîn, dê14’ê adarê li Mugla û 15’ê Adarê jî li Îzmîrê berdewam bike.Koordinasyona DKY’ê ya Mugla û Îzmîrê girêdayî meşê agahî da û banga tevlîbûnê kir. Endamên Koordinasyona Navenda Mugalyê ya Meşa Jinên Cîhanê diyar kirin ku jig ulana 2014’an ve wan dest bi xebatên xwe kirine û gotin: “Ji ber her diçe li Muglayê êrîşîn ser xwezayê zêde dibin, ev yek rê li ber berxwedanê vedike. Ji ber wê jî dê mijara jinan bi sernava ‘Gaspa xwezayê û metakirin’ be. Me biryar da ku di vê çarçoveyê de em çalakiyan li darbixin.”


‘Emê li hember aspa xwezayê bimeşin’


Jinên di nûneriya berxwedana ekolojiyê de koordinasyon avakirî dan zanîn ku ew bi şîara “Heya em hemû azad bibin emê bimeşin” destpêkirine. Jinan bilêv kirin ku dê di 14’ê adarê de DKY li Muglayê bin û wiha domandin: “Emê di saet 13.30’an de li Meydana Tayyare mêvanên xwe pêşewazî bikin û jin hemû bi hev re li hember gaspa xwezayê bimeşin. Di dawiya meşê de emê li deverên bajêr yên dîrokî bi gerin û bidin nasîn. Emê Saynur Gelendost jî bi bîr bînin.”


Dê DKY di 15’ê Adarê de li Îzmîrê be  


Endama Koordinasyona Navenda Îzmîrê ya Meşa Jinên Cîhanê Şenay Akyol anî ziman ku dê di 15 adarê saet 13.00’an de li Meydana Gundogdu yê kon vedin û wiha axivî: “Ji bo evdana konê me ji şaredariyê girtiye me serî li walîtiyê da, lê hîna me agahî negirtiye. Heger bê pejirandin emê li Meydana Gundogdu yê kon vedin û li wê atolyeyên xwe pêşkêş bikin. Dê mijarên atolyeyê weke aştî, milîtarîzim, şidet, ekolojî û keda jinê be. Heger neyê pejirandin jî emê bi dayîna daxuyaniyekê helwesta wan şermezar bikin.”


Şenay bilêv kir ku heger destur neyê dayîn çalakiyên wan yên alternatîf hene û wiha berdewam kir: “Emê di saet 18.00’an de ji ber sumerbank a kevin ya jinan heya Meydana Gundogdu yê bimeşin. Saet di 19.30’an jî li Meydana Gundogduyê konser bê dayîn. Dê konser bi muzîkên cuda yên girêdayî jin, xweza û civakê berdewam bike. Di 16’ê adarê de jî li hember depoyên nukleerê di saet 10.30’an de biçin taxa ku tepo lêye û alîkariyê bidin tekoşîna welatiyên taxê. Saet di 12.00’an de jî li gundê Serlçuk Gokçealan li hember birîna darên zeyîtînan û çaman û kargehên Beran bi gundiyan re hevdîtin bikin û alîkariyê bidin tekoşîna wan. Paşê emê li Şîrînce bigerin û vegerin Îzmîrê. Di saet 21.00’an de jî emê jinan li Selanîkê bi rêbikin.”


Şenay derbirî ku dê gelek rêxistinên jinan beşdarî çalakiyên li Îzmîrê bên kirin bibin.


 (zt)