Li Kobanê amadekariya Newrozê

10:51

 


Cahîde Harputlu - Narîn çapan/JINHA


KOBANÊ-  Şoreşa Kobanê dê bi Newroza isal bi taca azadiyê were xemilandin. Ji bo Newrozê nêzî meheke li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê  xebat hatiye destpêkirin û hê jî didome. Rêvebera çand û Hunerê Naciye Kobanê diyar kir ku hemû kes bila werin di şoreşa Kobanê de cihên xwe bigrin. 


 Li Kobanê li hember hemû şert û mercên giran piştî 8’ê Adarê amadekariya Newrozê hat  destpêkirin. Li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê ku ji ber şerê Kobanê demeke dirêj xebatên xwe dabûn sekinandin bi rizgarkirina navenda Kobanê cardin dest bi xwebatên xwe kirin. Li Navenda Çand û Hunerê ev demek e ji bo amadekariya pîrozbahiya Newrozê xebatên qursan tê dayin. Qursên dîlana zarokan û mezinan, stran û şano yê xebatên xwe didomînin. Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê Naciye Kobanê der heqê xebatên xwe, rol û mîsyona saziya xwe de axivî û diyar kir ku  berî şer gelek grubên çand û hunerê  hebûn. Naciye da zanîn ku piranî jî qursên zarokan yên wek gîtar, tembûr,saz.. û hwd dihatin dayîn. Lê dema şer gihiştiye navendê xebat hatiye sekinandin û got: “Ji bilî van waneyên dîlanê, wênesaziyê û yên şanoyê hebû lê dema şer destpêkir xebatên me tevahî hate sekinandin. Niha bi pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê, me jî ev nêzî mehekêye cardin dest bi xebatên xwe kirin. Bi amadekariya Newrozê me jî starta xebatên xwe da û niha di heman beşan de em amadekariyên xwe didomînin. İsal di Newrozê de koroya me dê derkeve ser dîkê, dîsa folklor dê hebe, him yê zarokan him yê mezinan û şano dê were lîstin der heqê şerê Kobanê ku hevalên me amadekariyên xwe didomînin’’


‘Jin divê xwedî li erkên xwe derbikevin’


 Naciye der heqê şoreşa Kobanê û rola jinê de jî axivî û da zanîn ku jinan jiyanek nû afirandiye û divê jin xwedî li erkên xwe derkeve û wiha domand: “Jin ji ber ku pêşengiya civakê kiriye  divê di her qadê de jî  cihên  xwe bigrin. Jina çand afirandiye û bi mirovahiyê daye nasandin e.  Ji ber vê jî heta niha çawa pêşengî kiribe divê ji vir şunde jî bi heman awayî berdewam bike.’’


 Naciye di berdewamiya axaftina xwe de bangawazî li gelê Kobanê kir û got: “Hemû kes bila werin û di şoreşa Kobanê de cihên xwe bigrin.” Naciye axaftina xwe wiha bi dawî kir:’’Ez Newroza gelê Kurd jî bi van hest û ramanan pîroz dikim. Li Serok Apo pîroz dikim û baweriya me ewe ku heta Newrozek din Serokê me jî azad bibe û em bi Serokê xwe re Newrozê pîroz bikin.’’


‘Newroz dê bi ruhê berxwedanê were pîroz kirin.’


Mamostayê Çand û Hunerê ya perwerdeya dîlana zarokan dide Ferhat Kenco jî diyar kir ku wateya vê Newrozê ji bo hemû gelê Kurd cuda ye lewre îsal li Kobanê Newroz dê bi ruhê  berxwedanê  were pîroz kirin. Ferhat der heqê  armancên xebatên  xwe de jî axivî û got: “Piştî şer û koçberiyê herî zêde zarok di bin bandorê de man. Daxwaza me jî ew e ku em bi stran û dîlanan moral bidin zarokan.”  Ferhat da zanîn ku zarok jî ji bo Newrozê gelek bi coş û kelecanin ku cara yekemîn dê derbikevin hemberî gel û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bilî dîlana zarokan  xebatên dîlana mezinan û şano jî di demek nêz de wê bi dawî bibe. Em wek xebatkarên Navenda Çand û Hunerê amadene ji bo Newrozê amadene. Em Newroza rengîn ya îsal ji niha de li hemû gelê Kurd  pîroz dikin.’’


‘Em ji bilî ala rengîn tû al qebûl nakin’


Li Navenda Çand û Hunerê her çiqas giranî li ser xebatên Newrozê be jî hin xebatên din yê hunerî jî tê kirin. Yek ji wan jî wênesazîye. Wênesaz Ferhat Mistêr  di tabloyê xwe de berxwedana Kobanê û pêşengên Kurdan ya dîrokî resm dike û dixwaze ku bi rengê hunerê ev dîroka hatiye nivisandin nemir bike. Ferhat da zanîn ku di şerê Kobanê de koçberî jî di  nav de pir tişt jiyandine lê piştî axa Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin vegeriyane welatê xwe û wiha berdewam kir: “Ez demek dirêje bi çêkirina wêneyan re eleqedar im.  Lê şerê ku hate meşandin ji bo me hemûyan guhertinek mezin çêkir, êdî nêrînên me yê hunerî jî cuda ye. Divê her  malekî Kobanê, her cihê ku DAİŞ xira kiriye, her şehîdên me yên xwîna xwe rijandiye  were resm kirin. Ew şehîdên ku ji me re Kobanê vegerandin divê tû carî neyê ji bîr kirin. Ewên bindestiyê qebûl nekirin. Em jî  divê li nirxên wan ava kiriye xwedî derbikevin. Bese êdî zilma ser me hatiye kirin. Em ji bilî ala kesk, sor û zer tû alan qebûl nakin. Kesek nikare roja me tarî bike.’’


 Wênesaz  Ferhat di wêneyên xwe de piranî  leheng û pêşengên gelê Kurd yên wek Zilan, Şex Seîd, hunermendên Kurd  û tasvîrên şerê Kobanê, bajara Kobanê xêz dike di dawiya axaftina xwe de bangawazî li hemû gelê Kurd kir ku Newrozê li Kobanê pîroz bikin û wiha dawî da axaftina xwe: “Baweriya me ew e ku Kobanê ji vir şunde hemû Newrozên xwe di bin ala azadiyê de pîroz bike. Newroza hemû gelê Kurd ji dil û can pîroz dikim.’’  


(ch-nç/zt)