Dayîka Ivana: Ez bi keça xwe serbilindim
11:20
JINHA
AMED - Cenazeyê Şervana MLKP'ê ya Elman Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da şevê din anîn Amedê û ber bi Elmanyayê ve hate oxirkirin. Dayîka Şervana MLKP'ê Ivana Hoffman Michael Hoffman got, "Ez bi keça xwe ya ji bo azadiya gelê kurd canê xwe feda kir serbilind im."
Cenazeyê Şervana MLKP'ê ya Elman Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a ku bi giyana enternasyonel li Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û di operasyona li hemberî Til Temîr de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û rêhevalên wê ve duh li Deriyê Sînor ê Nisêbînê hate wergirtin û derengî şevê anîn Amedê. Cenazeyê Ivana di ketina Amedê de ji aliyê dehan kesan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û anîn Morga Goristana Yenîkoyê. Piştî karên fermî cenazeyê Ivana ji aliyê malbat, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, rêveberên ESP'ê û gelek welatiyan ji morgê hate wergirtin. Cenazeyê Ivana bi konvoyek girseyî birin Balafirgeha Amedê. Dayîka Ivana Hoffman Michael Hoffman jî wiha got: "Ez bi keça xwe ya ji bo azadiya gelê kurd canê xwe fida kir serbilind im."
Cenazeyê Ivana Hoffman bi balafirê birin Enqere û dê bi balafirekî din bibin Elmanayayê û li wir bê definkirin.
(zt)

