KJK'ê banga lanetkirina Komkujiya Qamişlo kir
12:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyek nivîskî salvegera Komkujiya Qamişlo protesto kir û got: “Em bang li gel dikin ku lanet li komkujiya Qamişlo bînin. Bersiva herî mezin a li komkujiyan yekîtiye û bi vê yekîtiyê re avakirina jiyaneke nû ye.”
Koordînasyona Komela Jinên Kurdistan (KJK) ê bi daxuyaniyek nivîskî 11’emîn salvegera komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adarê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Gelê me, rewşên tinehesibandina vîna xwe ya civakî, her tim weke sedema têkoşîna bingehîn dîtiye û li ser vê bingehê berxwedana xwe ya civakî herdemî kiriye. Berxwedana Qamişlo ya li ser vê kevneşopiyê derket holê, rastî êrîşên faşîzan ên Dewleta Sûriyeyê hat û li ser vê bingehê komkujiyekê rû da. Di salvegera 11. de em vê komkujiyê lanet dikin. Hêzên dewletparêz, destilatdarparêz û neteweperest xwestin di navbera Kurd û Ereban de şer derxînin û bi vî rengî Rojava veguherîne qadeke şerê navxweyî.”
‘Xwestin li Rojava şerê navxweyî pêşbixin’
Daxuyaniyê wiha domand: "Gelê me, li ser bingeha pûçkirina hemû polîtîkayên qirêj berxwedan bilind kiriye, li dora Komkujiya Qamişlo xelekeke xurt a berxwedanê çêkiriye û ev berxwedan bi Şoreşa Rojava ya 14'ê Tîrmehê re derketiye asta herî bilind. Gelê me yê li Rojava, nirxên berxwedanê yên dîrokî bi nirxên azadiyê yên roja îro re mezin kiriye û bi vî rengî bersiva pêwîst daye hêzên înkarker û qetlîemkar. Lewma Şoreşa Rojava bûye bersiva herî xurt a herî rast û ya pêwîst. Bi Şoreşa Rojava re xeleka dewletparêz, neteweperest û zayendîparêz a hat xwestin li dora gelê me were gerandin, hatiye şikandin. Gelê me bi hêz û rêxistinbûyîna xwe ya cewherî re sîstema xweseriya demokratîk li ser navê hemû gelan weke vîn û hêza xurt a çareseriyê afirand.”
‘Xwestin bi êrîşan şoerê tune bikin'
Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser giringiya Şoreşa Rojava û wiha hat dom kirin: “Bi pêşveçûna Şoreşa Rojava re, êrîşên faşîzan jî zêde bûn û bi êrîşên derve û hundir re hat xwestin ku ev şoreş bê fetisandin. Bi pêşengiya YPG/YPJ'ê, li hemberî van êrîşên faşîzan, rêxistinbûyîn û hêzeke bi heybet a berxwedanê derketiye holê, gelê me ji heft heta heftê salî li ser bingeha parastina şoreşê seferber bûye. Berxwedana Kobanê ji ber vê yekê rê li ber pêşketinên dîrokî û şoreşgerî vekiriye. Gelê Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li gelemperiya cîhanê ji pêşvebirina sîstema demokratîk û nû re pêşengî kiriye. Parastina van hemû destketiyan, bi pêşvebirin û jîndarkirina avakirina xweseriya demokratîk dibe.
Meşa bi pêşengiya RJAK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê li Silêmaniyê destpê kir, wê li Şengalê bi encam bibûya. Meşa ku bi heybeteke mezin destpê kir, li Hewlêrê rastî êrîşên faşîzan ên hêzên pêşmerge hat û hat astengkirin. Ev êrîş, ne li gorî sekna Kurd a demê ye. Di vê dema ku bangên ji bo yekîtiyê tên kirin de, êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin. Bi serketinên di encama berxwedana hişmendiya jinê de bi dest ketine, wê bersiv ji êrîşên bi vî rengî re were dayîn. Em êrîşên bi vî rengî şermezar dikin.
Di salvegera 11. de em bang li gelê xwe dikin ku Komkujiya Qamişlo lanet bike. Bersiva me ya herî mezin a li komkujiyên li hemberî gelê me, wê yekîtiya me û bi vê yekîtiyê re avakirina jiyana nû be."
(zt)

