Li Çinarê di 3 mehan de 3 mirinên jinan yên bi guman

13:39

 


JINHA


AMEDHat îdiakirin li gundê Çapenya Çinarê jina 18 salî Ceylan Tosun bi çeka nêçîrê xwe întihar kiriye. Civaknasa Navenda Jinan Jinwar ê Umran Nar girêdayî qetilkirinên jinan nirxandin kir û diyar kir k udi nava 3 mehên dawiyê de li navçeya wan 3 jin bi hincetên întihar kirine hatine qetilkirin.


Li navçeya Çinarê ya Amedê di van sê mehên dawiyê de sê jin hatine qetilkirin û bi awayê întihar kirine derbasî qeyîdan bûne. Herî dawî li gundê Çapenya jina 18 salî Ceylan Tosun duh êvarê li mala xwe bi çeka bavê xwe ya nêçîrê hat îdia ku întihar kiriye. Ceylan ya ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenazeyê Ceylan ber bi gundê wê ve hat şandin û hat defin kirin. Girêdayî bûyerê ji aliyê Dozgerê Komarê yê Çinarê ve lêpirsîn hat despêkirin.


Girêdayî bûyerê li ber Şaredariya Çinarê xebatkarên Navenda Jinan Jinwar ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Civaknasa Navenda Jinan Jinwar ê Umran Nar axivî. Umran anî ziman ku girêdayî întihara Ceylan Tosun ew bi guman. Umran bilêv kir ku întihara Ceylan a 18 salî ne tesadufe. Umran derbirî ku ew çun gundê Ceylan li wê ji jinan zêdetir mêr muhatap dibûn, dema ew girêdayî bûerê dipirsîn bersivên weke “Pirsgirêkên wê yên derunî hebûn” û “Ji çareserkirina pirsgirêkan direvî” ji mêran digirtin.


Umran destnîşan kir ku Ceylan karkera demsalê bû, rewşa wan ya aborî ne başe, dibe ku ji ber sedemên aboriyê bûyer derketibe.


 (zt)