Rêxistina DBP û HDP a Êlihê starta hilbijartinê dan
13:54
JINHA
ÊLIH – Rêxistina DBP û HDP'ê ya Êlihê bi daxuyaniyekê starta xebatên hilbijartinê dan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Abdulbarî Karaagaç di civînê de axivî û balkişand ser giringiya hilbijartina 7’ê Hezîranê.
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê ji bo hilbijartina di 7'ê hezîranê de li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê dest bi xebatê kir. Der barê xebatên bê meşandin de bi tevlîbûna Hevserokê DBP'ê ya Êlihê Mehmet Candemîr, nûner û endamên rêxistina HDP'ê li avahiya HDP'ê daxuyanî da çapmeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Abdulbarî Karaagaç di civînê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku ji bajarê Êlihê 4 parlamenter derxin. Abdulbari anî ziman ku êdî dem dema rêxistina HDP'ê ye û got: "Ev hilbijartin ji bo azadiya bêhempa gelek girîng e. Ji bo em bibin dengê gelên azadî û demokrasîxwaz û dengê azadiya jinê di bin banê rêxistina HDP'ê bigihêjin hev û bibin yek."
Abdulbari di dawiya axiftina xwe de destnîşan kir ku rêxistina HDP'ê hêviya gelan e û bi vê hişmendiyê ew ê xebatên xwe bimeşînin.
(zt)

