Kantona Kobanê komkujiya Qamişlo şermezar kir

14:30

 


JINHA


KOBANÊ - Rêveberiya Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina komkujiya Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.


Di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo komkujiyek pêk hat. Bûyer di dîrokê de wek komkujiya Qamişlo derbas bû û di bûyerê de aliyekî şoven yên ereb bi hinceta maça futbolê 29 bi giştî jî 52 kes qetil kirin. Bi hezaran birîndar û du hezarî zêdetir Kurd hatin binçavkirin. Li ser navê rêvebera Kantona Kobanê Nûnerê Desteya Kar û Barê Civakê Mehmûd Beşar daxuyanî xwend. Mehmûd diyar kir ku li her çar aliyê Kurdistanê êrîş li ser Kurdan tê kirin û got: "Îro jî ji alî DAIŞ'ê ve êrîş li ser sîstema me ya demoktarîk tên kirin lê divê hemû kes bizanibin ku em serî natewînin. Ji bo Sûriyek demokratîk li hemû bajarên Rojava şerê ji bo biratiya gelan tê dayin."


Mehmûd di dawiya daxuyaniyê de qetlîama 12'e Adarê ya Qamişlo bi tundî şermezar kir û got: "Li hember şehîdên şoreşê em serê xwe ditewînin"


(na-nç/mç/zt)