TJKE banga tevlîbûna meşa ji bo Ivana kir
14:50
JINHA
NAVEBDA BÛÇEYAN - TJKE bal kişand ser nasnameya têkoşer a Ivana Hoffman a li Rojava jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku Hoffman di xeta azadiya jinê de rizgariya hemû gelên bindest esas girtiye. Di daxuyaniyê de ji bo meşa li Dûîsbûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meş û bîranîna şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de gotinên Ivana Hoffmann yên weke: "Êdî rengên bedew nikarim ji nava hev bineqînim. Bayê bajêr hîs nakim û wîtîniya çivîkan mîna bangeke xurt a azadiyê ye tê guhê min. Min biryarek da û bi rojan li ser fikirîm. Roj ew roj e, ku bi vîneke mîna herikîna xurt a çemên Dîcle û Firatê gav were avêtin e. Dixwazim bibim parçeyek ji Şoreşa Rojava û dixwazim xwe li wir bi pêş bixînînim" hatin bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ivana pireke enternasyonalîst e ku ji bajarê Elmanya Dûîsbûrgê digihêje bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê û hat gotin, "Rêhevala Ivana ya di xeta azadiya jinê de rizgariya hemû gelên bindest esas digirt, têkoşîna hemû gelên bindest gihand hev nas kir û ji vê têkoşînê gelek tişt hîn bû. Gelek tişt girt, gelek tişt tevlî kir. Beriya her tiştî beden, ked, ruh û hebûna xwe diyarî kir. Weke şoreşgereke ku dizanîbû di vê rêwîtiya zehmet de divê berdêlek çawa bide, bi coşa guhertina cîhanê ket ser rê. Ji xwe ya ku şoreşger dike şoreşger, coş, eşq û baweriya guhertinê ye."
TJKE ji bo meş û bîranîna roja Şemiyê saet di 13:00 a li ber Hamborg Amstgericht a Dûîsbûrgê banga tevlîbûnê li hemû jin û Kurdistaniyan kir.
(zt)
