Derya Us: Em ‘Paketa ewlehiyê’ na pejirînin
15:13
JINHA
AMED - Hevseroka Diyar TUHAD-DER'ê Derya Us bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" ya li meclisê ser nirxandin tê kirin nirxandin kir û diyar kir ku ew ti zagonên ewlehiyê yên hikumet derbixin na pejirînin.
Diyar TUHAD-DER'a Amedê bi armanca şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" ya li meclîsê hevdîtinê pêk tên li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çepemeniyê. Rêveberên KESK'ê, Meclîsa Dayîkên, ÎHD, Komeleya 78'an a Amedê û rêveberên DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Em destûrê nadin 12'ê Îlonan, zagona ewlehiya hundir paşve bikşînin" hate vekirin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zîndanan" hate berzkirin. Hevseroka Diyar TUHAD-DER'ê Derya Us axivî û diyar kir ku bi paketê re li girtîgehan di bin navê "yekîneyên mudaxeleyê" de dê karmend bikevin koguşan û di dema rastî berxwedanekê hatin dê çekan bikarbînin. Derya anî ziman ku bi zagonê re dê li girtîgehan komkujiyên berê çêbûn ji nû ve careke din pêk bên. Derya da zanîn ku hevdîtinên girtî û malbatê dê bên qeydkirin û mafên kesên girtî dê bên pêkirin. Derya bilêv kir ku ew paketê qebûl nakin û wiha got: "Em van zagonan qebûl nakin. Ji bo ev zagon neyên derxstin em dê li ber xwe bidin û hemû mafên xwe yên zagonî bikarbînin."
(zt)

