Cenazeyê Erkan ê MLKP’î anîn Pirsûsê

15:45

 


JINHA


RIHA - Cenazeyê şervanê MLKP'ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû anîn Pirsûsê.


Şervanê MLKP’ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) di 15’ê Cotmeha 2014’an di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû cenazeyê wî duh ji bin kavila ku mabû de hat derxistin. Malbata Altûn û rêveberên MEYADER’ê çûn ser Sînor ê Murşîtpinarê û cenaze ji rayedarên kantonê teslîm girtin.  Cenazeyê Erkan ê MLKP’î ku anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, di nav de Dayikên Aştiyê, DBP û HDP’î jî hebûn gelek kesî bi dirûşman pêşwazî kirin. Piştî kar û barê li wê cenazeyê Erkan wê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştre jî wê ji bo otopsiyê bişînin Stenbolê.


Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Erkan li Goristana Ihlamûrkûyû ya li Sarigazî ya Umraniye bê defnkirin.


(zt)