Şandeya aqilmenda li Kobanê ne
15:50
JINHA
KOBANÊ - Şandeya aqilmenda û însiyatifa ji nû ve avakirina Kobanê ya saziyên karmendan ji bo dîtina rewşa Kobanê û çavdêriyan bigirin li Kobanê ne.
Piştî rizgarkirna navenda Kobanê û despêkirina ji nû ve avakirina Kobanê gelek şande ji welatên cuda ji bo çavdêriyan bigirin tên Kobanê. Îro jî şandeya aqilmendan û însiyatîfa ji nû ve avakirina Kobanê ku ji sazî û kesên cuda hatine cem hev ji bo dîtina Kobanê û çavdêriyan bigirin li Kobanê ne. Şandeya ji nû ve avakirina Kobanê û şandeya aqilmendan bi rêveberiya Kantona Kobanê û Serokê Kantona Kobanê Enwer Mislîm re civînek girtin. Di civînê de ji bo avakirina Kobanê pêwistî û kêmasî çi ne hat axaftin. Piştî civînê şande ji bo çavdêriyan li navenda Kobanê geriyan.
Însiyatîfa ji nû ve avakirina Kobanê ji 20 saziyan ava bûye û di nav de gelek kesên pispor dixtor karmend saziyên jina jî hene.
(na-nç/mç/zt)

