'Ji bo parastina jiyan, çand û xwezayê em xwe rêxistin bikin'

09:23

 


JINHA


AMED – Endama Meclisa Ekolojiya Mezopotamya Filiz Dogan diyar kir ku mînaka herî zindi ya nerênî ser xweza û mirovan bandor dike DAIŞ’e û got: “Her cihên ku DAIŞ îşkal dike avê qut dikin, deverên xwezayî, dîrokî û muzeyan wêran dikin. Ji ber dizanin rêya tinekirina mirovahiyê û gelan ya herî hêsan xweza, ax û navendên jiyanê tine kirine.” Filiz anî ziman ku her ekolojîstek di heman demê de divê li hember şer rawestin.


Heya niha tenê aliyên şer yên siyasî, civakî, aborî û çandî hatine nîqaşkirin. Ya bingehîn ziyanên dane derdora me, me bandor dikin û di pêşerojê de bandorê ser nifşê pêş jî bike. Di dawiyê de tevgera ekolojiyê ser deverên di Rojhilata Navîn de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatî îşkalkirin, texrîbatên ser mirovan, xwezayê û çandê kirine disekine. Endama Meclisa Ekolojiya Mezopotamya Filiz Dogan da zanîn k udi şerê li Rojhilata Navîn berdewam dike de li gel mirovan xwezayê jî texrîbatên mezin dîtine.


‘Divê derdorparêz di heman demê de li dijî şer rawestin’


Filiz destnîşan kir ku bi her awayî şer ser mirovan û xwezayê bandorên mezin dike, ji ber wê jî divê hemû derdorperest di heman demê de aktîvîstên li hember şer bin û wiha got: “Ji ber wê jî divê em tekoşînek mezin bidin meşandin. Ev tenê ne derdor pak girtin, li hember birîna daran, çêkirina bendav û HES’an rawestane; divê ji bo hemû mirovahî din ava aştî û aramiyê de bijîn ked bê dayîn. Her ekolojîst di heman demê de kesek li hemberî şere. Ji ber em ne tenê parêzvanên mirovanin, di heman demê de erkek yê meyê ji bo parastina hemû zindiyan ked dayînê heye.”


‘Hemû tiştên xweşik tên mêtînger kirin’


Filiz mînaka li ber çavan ya ser xwezayê nerênî bandor dike DAIŞ nîşan dide û wiha dibêje: “Her cihên ku DAIŞ îşkal dike avê qut dikin, deverên xwezayî, dîrokî û muzeyan wêran dikin. Ji ber dizanin rêya tinekirina mirovahiyê û gelan ya herî hêsan xweza, ax û navendên jiyanê tine kirine. Ji xwe DAIŞ bi serê xwe komek wehşîne. Ji xwe DAIŞ di Rojhilata Navîn de armanc dike hemû çavkaniyên jiyana xwezayî û mirovan tine bike. Çareseriya vê cardin emin.” Filiz bilêv kir k udi heman demê de hêzên hegemon û deshilat bi armanca ser gelan tundîkirinê, despêkê xwezayê dixin destê xwe û wiha berdewam kir: “Ji bo bidestxistina dewlemendî û hêzê hegemon û deshilat armanc dikin ku xwezayê bixin destê xwe. Ji bo bidestxistina madeyên binerd axa gelan û deverên bedew mêtînger dikin. Ev jî dibe sedema tinekirina xweza, gerdun û mirovahiyê.”


‘Li hember texrîbatên xwezayî rêxstinbûn’


Filiz derbirî ku ji bo parastina mirovahî û xwezayê divê di aliyê ekolojiyê de xwe bi rêxistin bikin û wiha dom kir: “Di vê li hember texrîbatên xwezayê mirov bên bi rêxistin kirin. Hîna hinek kes ne di ferqa texrîbatên xwezayê denin. Ji ber kaputalîzim tiştek wihaye mirovan birçî dihêle. Ji ber wê jî mirov dikeve derdê jiyana xwe. Desturê nade mirov bikeve ferqa tiştekê û ser bifikire. Bi vî awayî ne mirovan û ne jî xwezayê difikirin û dibin parçeyek ji kaputalîzmê.”


‘Tekoşîna gelê kurd hemû aliyên jiyanê diparêze’


Filiz yên modernîteya demokratîk dixwazin, li hember dewletê derdikevin, li hember şerê nava gelan, xwezayê diparêzin, di vana liyan de tekoşînak mezin didin tenê gelê kurde û wiha domand: “Di Rojhilata Navîn de kurd gelê herî li hember şer û wêrankirinên xwezayî radiwestin, bertek nîşan dinin, ji bom af û xwezayê şer dikin. Ev 30 sale ji bo pêşeroja hemû gelan tekoşînek bê hempa didin. Hemû kesên ekolojiyê diparêzin tiştek bikin heye, dikarin li malan, cihên kar û hemû navendên jiyanê mirovan bi hişmendî bikin.”


 (zt)