KJA, dê serhildana 8’ê Adarê bi agirê Newrozê re bigihîne hev

10:13

 


Bêrîtan Elyakut/JINHA


AMED – KJA bi kelecana 8’ê Adarê amadekariyên Newrozê dike. Endama Koordinasyona KJA yê Elif Kaya diyar kir ku ewê îsal bi şîara ‘Bese êdî peyam û axaftin, Em Rêber Apo dixwzin’ dê di Newerozê de dakevin qadan. Tê payîn k udi 107 navendan de Newroz bê pîroz kirin, ji ber nîvê jiyanê jinin dê jin jî bi peyam û rengê xwe dakevin qadan.


Dê Neweroza îsal atfî berxwedana Konabê bê kirin û setarta wê di 17’ê Adarê de li gundê Etmanek yê Pirsusê de bê dayîn. KJA ya k udi 1’emîn Kongra Jinan ya di meha sibatê de hatî li darxistin de hat avakirin bi rengê xwe amadekariyên Newrozê dike. Şîara KJA yê wiha ye  “Bese êdî peyam û axaftin, Em Rêber Apo dixwazin” ne. Din ava şîarên jinan yên Newrozê de “Azadiya jinê ewlehiya netewa demokratîke” û “Bi berxwedana jinên Kobanê em xwe rêxistin bikin û jiyanê ava bikin” jî hen.


‘Dê rengê jinan bi agirê Newrozê re hev bibînin’


Endama Koordinasyona KJA yê Elif Kaya anî ziman ku dê îsal ji hemû salên dinê zêdetir jin bi rengê xwe beşdarî Newrozê bibin û wiha got: “Di Meşa Jinên Cîhanê û 8’ê Adarê de KJA yê pêşewaziyek mezin kir, kelecanek mezin jiyan kir û bi wê re jî tecrubeyên mezin hatin jiyîn. Em bi tecrubeyên berê û kelecana nû amadekariyên Newrozê dikin.” Elif da zanîn k udi 107 navendan dê Newroz bê pîroz kirin, di hemû yan de jî dê tevlîbibin û dê rengê xwe yê jinê bi agirê Newrozê re bikin yek.


‘Ne peyam divê Rêbertî hîtabî gel bike’


Elîf bilêv kir ku dê weke KJA bi flama, şîar û rengên xwebeşdarî Newrozê bibin û wiha domand: “Biriyarek me ya di vê pêvajoyê de li her navendê jin xwediyê mafê gotinêne, vê di Newrozê de jî dana jiyîn heye. Emê bi şîara xwe beşdarî Newrozê bibin. Şîara me ya sereke jî êdî ne bi gotin û peyaman, êdî bila Rêberê me bi xwe bê peyama xwe bi gel re par bike. Em bi şîarek ya azadiya Rêbertiya me îfade dike dakevin qadan û biqêrin.” Elîf balkişand ser di pêvajoya çareseriyê de bêdengiya dewletê û wiha berdewam kir: “Daxwaz û taleba me ya bingehîn sazumaniyek ku Rêbertiya me êdî bi mere be û bi fîzîkî bê nava gel bê avakirin.”


‘Emê li qadan daxwazên xwe biqêrin’


Elif anî ziman ku ew bi giyana 8’ê Adarê amadekariya Newrozê dikin û wiha dom kir: “Nîvê civakê jinin, cihê ku gotin lê neyê kirin demokrasî lê nîne. Em bi baldariyek mezin li qadan benda beşdariya jinanin. Em wê rojê li qadan em cîhanek çawan dixwazin emê bi peyamên xwe qêrin.”


 (zt)