‘Emê ji bo azadiya Rêberê xwe ji Botanê ber bi Amedê ve bimeşin’
11:01
JINHA
ŞİRNEX - Meşa ku bi şiara ‘Ji Ocalan re azadî’ di 14’ê Adarê de despê dike. Jinên Botanê yên ku dê bi rengên xwe tevlî meşê bibin girêdayî beşdarbûna xwe ya meşê axivîn û gotin: “Rêbertiya me em azad kirin. Emê jî ji bo azadiya Rêberê xwe ji Cizîra Botanê heya Amedê bimeşin û li Qada Newroza Amedê guh bidin peyama Rêberê xwe.”
Meşa “Ji Ocalan re Azadî” ji Cizîrê Botanê dê despê bike û ber bi Amedê ve biherike. Jinên Botanê xwe ji bo beşdariya meşa dê di 14’ê Adarê de starta wê bê dayîn amade dikin. Meşa ku bi tevlîbûna 1200 welatiyê Botanê û herwiha ji cihê wek Wan û navendê derdorê çêdibe bi şîara “Ji Ocalan re Azadî” dê bê li darxistin. Jin jî di vê meşa ku dê heftîyek dewam bike de wê cihê xwe bigrin, jinên Cizîrê di derbarê meşê de wiha gotin: “Rêbertiya me em azad kirine, emê jî ji bo azadiya Rêberê xwe bimeşin.” Meş wê di navendên weke Nisêbîn, Mêrdîn û Çinarê re derbas bibe tê payîn ku tevlîbûnê girseyî li van navenda pêk werin. Leyla di derheqê despêka meşê de agahî da û da zanîn ku meş di set 11’an de dê li ber avahiya DBP’a navçeyê despê bike û meşvan dê bi aweyek girseyî werin oxirkirin.
‘Cizîra Botan dimeşê bila Amed biheje’
Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret di derheqê meşê de axivî û da zanîn ku cara yekemin e meşek evqas dirêj ji Botanê despêdike. Leyla balkişand ser giringiya meşê û wiha got: “Êdî gelê kurd Rêberê xwe di nava xwe de dixwaze vê yekê bi meşek dirêj bi pêşwaziyek xurt nişan dide. Ev meş hiskirin û sebra gelê kurt diyar dike. Êdî seba gelê Kurt nema ye. Emê di vê meşê de li cem gelê xwe cih bigrin û heya Amedê bi meşin. Êmê bi slogana ‘Cizîra Botan dimeş e Amed bila biheje’ bimeşin. Êdî em azadiya hemû girtiiyên nexweş û hemû girtiyên sîyasi dixwazin. Em bi hêvî ne ku aşitî û demokrasî têkeve Kurdîstanê.” Leyla diyar kir ku wê meş di cihên wek, Mêrdîn û Çinarê re derbas bibe û li bendê ne ku tevlî bûna gel jî çêbibe.
‘Her dera ku meş têde derbas bibe dê tevlîbûnek xurt çêbibe’
Endama KJA’ê Asya Yüksel jî diyar kir ku ew jî wek tevgera jinê tevlî meşa “Ji Ocalan re azadî” dibin. Asya bilêv kir ku ji herêma Wan û Şırnexê dê gelek welatî li Cizîrê kom bibin û ber bi Amedê bi rê kevin û wiha dewam kir: “Di 14‘ê Adarê de dê meşa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ji Cizîrê despê bike. Armanca me ewe ku em roja 21’ê Adarê bigihîjin Amedê. Emê di serî de wek jinên kurd bêjin em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Ji ber ku azadiya Serokatiya me ji bo me îradeye. Em Serokatiya xwe wek îrada jinên kurt dibînin.”
‘Emê li Qada Newrozê ya Amedê li peyama Serokê xwe guhdar bikin’
Asya balkişand ser giringiya Cizîrê û despêkirina meşê ji Cizîrê û wiha axivî: “Cizîra Botan sembola Botan û serhildanê ye, serhildanê yekem her tim ji Cizîrê despê kirin e ji vê bunê jî Cizîr watedar e. Berî du mehan di Cizîrê de wek Kobanê polîtika û qetlîamên qirêj hatin meşandin ji bo wê ji wateyek Cizîrê ya gîring heye ji bo wê jî meşa ji bo azadiya Serokati ya me ji Cizîrê despê dike.” Asya banga tevlîbûnê li hemû welatiyan û tayîbetî jî li jinan kir û got: “Ez bang li hemû jinên Botanê dikim bila xwedî li vê meşê derkevin. Ji ber ku ya Serokatiya me ji bo jinê kiriye tu kesî heta niha nekiriye.”
‘Li gel temenê xwe yê mezin ezê xwe bigihînim Qada Neweroza Amedê’
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Şerife Uygura 55 salî jî diyar kir ku wê ji bo azadiya Serokê xwe bi meşin û wiha got: “Serokê me, me azad kiriye lazime em jî ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin. Di be ku temenê min mezine ez nikarim bimeşim jî.” Şerife banga tevlîbûna meşê li her kesê kir û wiha got: “Dibe ku temenê min mezine ez nikarim ewqs bimeşim. Lê bi vîna Rêberê xwe ezê heya Amedê bimeşim. Ezê xwe bigihînim Qada Newerozê û li wê li Peyama Rêberê xwe guhdar bikim. Ez hêvîdarim ku her kes bi vê kelecanê beşdarî meşê bibin.”
(ma/zt)

