Pirtûka Jineolojiyê tê weşandin

11:47

 


JINHA


AMED – Pirtûka Jineoloji ya ku ji aliyê Akademiya Jinên Azad ya Amedê ve hatî amade kirin ji Mala Weşanê ya Aramê derdikeve. Pirtûka ku bi keda hevpar ya jinan hatî amade kirin ji nirxandinên ser beşên zanînê yên weke zanîna civakiya jinê, zanîna aboriya jinê, zanîna dîrokiya jinê, zanîna siyasiya jinê, dîroka zayendiya jinê û demografya cîh digire.


Pirtûka ku ji nirxandinên jinan ên li ser jineolojiyê (zanîna jinê) ji aliyê Akademiya Jinên Azad ya Amedê ve hatî amade kirin derdikeve. Dê pirtûka jineolojiyê di demek kin de di refên Weşana Aramê de cîh bigire. Pirtûk bi keda jinan ya hevbeş ya dibinya akademiyê de bi atolyeyên nirxandinê hatiye amadekirin. Sernavên dibiniya wan de nirxandinên xwe jineolojiyê hatine kirin wihane; zanîna civakiya jinê, zanîna aboriya jinê, zanîna dîrokiya jinê, zanîna siyasiya jinê, dîroka zayendiya jinê û demografya cîh digire.


Beşek ji nirxandinên di pirtûka “Zanistên Civakî” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku têde pêşniyara Jineolojiyê hatibû kirin, di bergê pirtûkê yê dawiyê de cih digire wihaye: “Di sed ala 21’an li ser hêzan ferz dike ku pêşengtiyê bidin şoreşa jinan. Dirûşma ‘An jiyan, an jî hovîtî’ vê şoreşê ferz dike.  Pergal şansê xwe yê bi sererastkirina reforman êdî winda kiriye. Çawan ku koletiya jinan, koledariyeke herî kûre, şoreş jî divê şoreşeke azad û wekhev a herî kûr be. Ji ber vê yekê şoreşa jinan di aliyê bîrdozî û çalakiyê de divê serîrakirinên bingehîn rabike.” 


Pirtûka Zanista Jinê ku li bersiva pirsên weke ‘çima pêdivî bi Zanîna Jinê heye’ digere, dê di demek kinde di refên pirtûkxaneyan de bên bi cih kirin.


(zk/zt)