Feminista Fransa: YPJ hêviya meye
12:53
JINHA
MÊRDÎN – Feminista Fransiz Clara Carbunar balkişand ser parstina cewheriya jinên kurd li hember şidetê di cîhanê de bûyî modêl û diyar kir ku berxwedana YPJ’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.
Li gorî lêkolîna ser welatên Ewrupa li Fransa hatî kirin, hat dîtin k udi her mehê de herî kêm 6 jin ji ber şideta nava malê jiyana xwe ji dest didin. Feminista Fransiz Clara Carbunar pirsgirêkên jinên welatê xwe nirxand û got: “Jin herî zêde şidetê dibînin û di malên weke girtîgehan de tên girtin. Cardin bi pêşketina kaputalîzmê re pirsgirêkên jinan yên weke aborî û îstihdamê derdikevin pêş. Li gel Fransa welatek dewlemende jî lê cardin pirsgirêkên aboriyê her diçe zêde dibe. Ji ber polîtîkaya pergala kaputalîzmê her diçe di aliyê tenduristî û perwerdê de pirsgirêkên jinan zêde dibin.”
‘Di aliyê jinan de komên nijadperest û olperest talokene’
Clara êrîşa ser Kovara Charli Hebdo bibîr xisti û anî ziman kul i Fransa gelek komên nijadperest û olperest derketine pêş û wiha got: “Pirsgirêkên komên biçuk hene. Bi pêşketina kaputalîzmê re li Fransa nêrîna oryantalîzmê pêşketiye, gelek komên nijadperest û olperest jî derketine. Ev rewiş ji bo me jinên feminist jî talokeye. Weke mînak komên dijî misilman, yahudî û nermoveyan derketine. Bi tayîbetî koçber û kêmenetew ji van koman şidetê dibînin.”
‘Berxwedana YPJ’ê dînamîkên jinan diighîne hev’
Clara bilêv kir ku jinên kurd bi parastina cewherî di cîhanê de bûne model û wiha domand: “Şoreşa Jinan ya Rojava ji bo me feministan gelek giringe. Berxwedana YPJ’ê gelek dînamîkan digihîne hev. Şerê jinên kurd yê li hember komên çeteyên olperestên hişk yên DAIŞ’ê di heman demê de li hember kaputalîzmê ye jî. Li hember DAIŞ, Suudi Erebîstan, Fransa û Amarîka hatina bahev û ji bo gelên bindest şer kirinê, ji bo gelên bindest û şoreşgeran hêviyê dide çikirin.”
Clara derbirî ku dê di tevayî Meşa Jinên Cîhanê de ceribandinên jinên kurd bên par kirin û wiha berdewam kir: “Em weke jinên DKY’ê ceribandinên me ji vêderê girtî emê di 8 mehên gera xwe de bi jinên gelek welatan re par bikin. Dê agahiya hemû Ewrupa ji berxwedan û Şoreşa Jinên Rojava çêbibe. Em feminist ji dil jinên kurd destek dikin û dişopînin. Berxwedana jinên kurd ji boyî me jêdera îlhamê ye. Di tevahiya cîhanê de çavkaniyên îlhamê yên weke YPJ’ê pir kêm tên dîtin. Em ji nêz ve YPJ’ê dişopînin û ji bo xwe weke model digirin.
(zt)

