‘Dema em bêdeng bûn dewletê qetilkirina me domand’
13:31
JINHA
STENBOL – Jinên ciwan yên Roboskiyê yên nivîs nivîsîne û Hulya Tarman ya ku nivîsên wan dayî hev û pirtûka bi navê ‘Me li Roboskî nivîsî’ nivîsîne li Stenbolê bi jinan re hatin bahev û gotin: “Dema ku em bêdengbûn dewletê qetilkirinên ser me dikir berdewam kir. Heger me li hember zulmên berê serî hildabana dê Roboskî jî nehatana jiyan kirin.”
Jinên ciwan yên Roboskiyê yên yekem car bi atolyeya nivîsan ya Hulya Tarman re xwe îfadekirine û pirtûka bi navê “Me li Roboskî nivîsî” nivîsîne ji bo yên li Roboskî hatine jiyîn vebêjin li avahiya Yeşil ve Sol Gelecek ya navçeya Kadikoyê bi jinan re hatin bahev. Dema ku jinên ciwan yên bi kincên reş hatîn hevdîtinê tiştên kul i Roboskî hatine jiyîn vegotin, jinên ji bo guhdarvaniyê hatin xwe negirtin û din ava rondikên çavan de difetisîn. Di despêkê de Hulya Tarman axivî û berteknîşanî helwestên weke hîna heya niha rehabilitasyonek jî çênekirine da û diyar kir ku divê ji bo yên li Roboskiyê hatî jiyandin xebat bê kirin.
‘Destur nedan xeyalên xwe bijîn’
Hulya axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heger dewlet gav ne avêje dê hêrsa ew zarokên li wê hîn zêde bibe. Me bi nivîsîna vê pirtûkê şoreşek kir. Emê weke lêgervanên dadê rêya xwe berdewam bikin.”
Sercan Encu jî bertek nîşanî helwesta dewletê ya ku hîna kujerên komkujiyê nedîtine da û wiha axivî: “Xeyalên wan hemûyan hebûn. Destur nedan ku xeyalên xwe bijîn. Ji bo ku berpirs bên dîtin û darezandin emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Me êş jiyan nekir, hînî bi êşê re jiyan kirinê bûn’
Şîlan Encu jî axivî û wiha got: “Ev komkujî nayê pênasekirin, mirovên li vêderê dijîn navê Roboskiyê jî rast bêjin. Emê tekoşîna xwe ya dadê berdewam bikin.” Nazli Encu jî hêrsa xwe bi gotinên wiha anî ziman: “Heger hinek wijdana Tayyip Erdogan hebana dê kujerên Roboskiyê diyar kiribana.”
Bêrîvan Encu jî da zanîn ku ew agirê li peyî komkujiyê li gund vêketî hîna ne vemiriye, ew roja komkujiyê jî weke roja mehşerê bin av dikin û wiha domand: “Bila êdî li peyî miriyan nebêjin ‘watan saxbe’. Êdî li peyî kesên jiyana xwe ji dest didin tekoşîna azadiyê heye. Roboskî pirsgirkêka kurdane. Me êş jiyan nekiriye, bi êşan re jiyan kirinê hîn bûn.”
‘Gelo heger komkujî li aliyê Rojava ango Tirkiyê de hatibana jiyîn’
Cahîde Encu jî wiha axivî: “Gelo heger komkujî li aliyê Rojava ango Tirkiyê hatibana jiyîn dê bertek heman bana? Yan jî dê zutir kujer hatibana dîtin. Ji ber em kurdin komkujiyek wiha ser me kirin.” Kimet Encu ya xwendekara lîsê jî hestên xwe wiha anî ziman: “Di vê komkujiyê de ne tenê birayê minê mezin hemû malbata min mirin. Dê çî bi kesên ku ev hovîtî bi me da jiyan din bê? Xwişk û birayên min naxwazin biçin dibistanê bixwînin. Dibêjin ‘Em naçin dibistana dewleta ku birayê me qetilkiriye, dê me jî qetilbike.’ Mad ê ev bêdengî berdewam bike. Dema ku em bêdeng bûn dewletê qetilkirina me berdewam kir. Heger ji bo zilmên berê hatî jiyandin me dengê xwe derxistibana dê Roboskî jî çênebana.”
Piştî ku jinên ciwan yên Roboskiyê tiştên jiyan kirine vegotin dawî li hewaya vegotinan ya li salonê hat.
(zt)

