Berxwedana 6 mehan hat silavkirin
13:41
JINHA
RIHA - Berxwedêrên li ser sînor nobetê digirin bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ku ev 6 meh in bênavber didome tewandin.
Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê dane destpêkirin ket meha 6'an. Berxwedêrên li ser sînorê Pirsûs û Kobanê nobetê digirin berxwedana 180 roj in didome silav kirin. Ji ber amadehiyên Cejna Newrozê yê ku li gundê Etmankê were lidarxistin, nobeta li gundê Miseynterê hat rawestandin. Nobeta berxwedanê li gundê Elîzerê berdewam dike. Bi sedan welatî destên hev girtin zincîra mirovan ava kir. Berxwedêran posterên Rêberê PKK'ê û alên PKK, YPG/YPJ û TEVDEM'ê hilgirtin û bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana YPG/YPJ/HPG/YBŞ’ê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Welatî bejna xwe li ber berxwedana Kobanê tewandin û rêz nîşanî berxwedana dîrokî dan.
(zt)

