Jinên ciwan yên Cizîra Botanê herêmên hevbeş yên kar vedikin
16:52
JINHA
ŞIRNEX- Jinên ciwan li Cizîrê pastexaneyek komîn vekirin. Di vekirina pastaxaneya bi navê ‘Pastaxana Evrim’ de Hevşaredara Cizîrê Leyle Îmret axivî û got: “Jin çawa li Kobanê pêşengiya berxedanê dikin, wê jin ji bo avakirinê jî pêşengî bikin”
Jinên ciwan li Cizîrê komînên xwe avadikin. Jinên ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Jinên Ciwan Ronahî xebatan dimeşînîn pastaxaneya bi navê ‘Pastaxana Evrim’ vekirin.Pastaxana ku li taxa Cudî hat vekirin bi awayek komîn bi rê ve diçe. Jinê xizan li mala xwe pastayan çêdikin û jinên ciwan jî wan pastayan ji bo jinan difiroşin. Hevşaredaara Cizîrê Leyle Îmret, endamên KJA, Meclisa Dayikên Aşitiyê, endamên DBP, HDP û gelek jinên taxê tevlî vekirina pastaxanê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane Hevşaredara Cizîrê leyla İmret axivî. Leyla xebatên jinên ciwan piroz kir û diyar kir ku jin li Cizîra Botanê xwe bi rêxistin dikin û aboriya xwe avadikin û wiha got:”Jinan çawa li Kobanê pêşengiya berxedanê kirin. Dê jin ji bo avakirinê jî pêşengtî bikin.”
Piştî axaftinê qurdele het birîn û paste pêşi li zarokên taxê hatin belavkirin.
(ma/zt)

