Li Hilala Qilabanê Agirê Newrozê pêket

17:10

 


JINHA


ŞIRNEX  - Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilebanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi şahiyekî dest pê kir. 

Li bajaroka Hîlalê ya girêdayê navçeya Qilebanê ya Şirnexê pîrozbahiyên 21'ê Adarê Cejna Newrozê ya îsal li qada Newrozê tevlbûna sedan kes bi şahiyekî dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Asmîn Kiraç, Alîkarê Hevserokatîya DBP'ê ya Şirnexê Îbrahîm Ayan, Hevserokên Rêxistina DBP'ê û HDP'ê ya navçeya Qilebanê û sedan welatî bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û alên PKK'ê û KCK'ê, pankartên "Newroz pîroz be" û "An azadî, an azadî" hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Qilebanê Feyruz Îlbî agirê Newrozê pêxist. Dîsa li derdora agir govend hat gerandin. 


Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê Asmîn Kiraç axivî û diyar kir ku hevîya wan ew e ku 21'ê Adarê ew dê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Cejna Newrozê pîroz bikin. Alîkarê Hevserokatiya DBP'ê ya Şirnexê Îbrahîm Ayan axivî û bal kîşand ser meşa ji Botanê heya Amedê ya bi boneya "Ji Ocalan re Azadî" û wiha got: "Herêma Botan dê heya Amedê bimeşe û dê ji Serok Ocalan re azadiyê bixwaze. Pêwîste her kesek tevlî meşa azadiyê bibe."

Hevseroka HDP'ê ya bajaroka Hîlalê Semîha Benek jî, Cejna Newrozê li girseyê pîroz kir û wiha got:"Newroz rewşa biharê ye û cejna azadiyê û aşitiyê ye. Rewşan û Mazlum ji ber azadiya Kurdistanê bedena xwe şewitandin. Ji ber vî yekê îro roja berxwedana gelê Kurd e. Newroz îro bûye sembola aşîti û azadiya gelê Kurd."

Piştî axaftinan welatiyan helbestên ji bo Cejna Newrozê amade kirin xwendîn. Girseyê li dora agirê Newrozê bi cil û bergên rengê biharê govend gerandin.

(ozp/zt)