Jinên kedkar ji bo avakirinê diçin Kobanê
09:34
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED – Jinên kedkar yên ji sendîkayên cuda xwe amade dikin ji bo çuna Kobanê ya ku bi berxwedane navê xwe li dîrokê Direnişle nivisiye û niha jî di pêvajoya ji nû ve avakirinê deye. Sekretera Şaxa Genel –Îş a Amedê Pelda Arşimet di derbarê çuna xwe de wiha dibêje: “Me li Kobanê ji nû ve jin bi nasnameya xudawendan dît. Li wê jinan şoreş kir. Emê jî berdewama şoreşê bînin.
Kobanê ya ku heya salek berê jî weke navçeyek biçuk ya bi sînorên sunî hatî qetandin li aliyê dinê yê sînor dima; di 15’ê Îlona sala 2014’an de bi despêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re bi berxwedanê nav xwe li dîrokê nivîsî. Bi alîkariya kesên difikirîn cîhanek din gengaze 134 rojan YPJ/YPG’ê li ber xweda û bajar ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Ji bo ji nû ve avakirina bajarê ku navê xwe weke kelha berxwedanê daye nasîn jinên kedkar yên ji sendîkayên cuda ji bo di avakirinê de rol bigirin xwe amade dikin biçin Kobanê. Di rojên derbasbûyî de Genel –Îş ya ku girêdayî DÎSK’ê ye ji bo ji nû ve avakirina Kobanê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bi hezaran endamên wan amadene biçin Kobanê.
‘Muzeya şer û berxwedanê’
Sekretera Şaxa Genel –Îş a Amedê Pelda Arşimet da zanîn ku berî niha çend rojan heyetek ya wan ji bo lêkolînkirinê çun Kobanê û wiha got: “Cihê hatî xirakirin dê nikare ji nû ve bê avakirin. Di vî aliyî de hewildan hene. Di vî aliyî de nêrînên şaredariyan, rêxistinên civaka sivîl û heyetên raya giştî hene. Divê Kobanê ya heyî weke muzeya şer û berxwedanê bimîne û Kobanêyek nû li deverek dinê bê avakirin.”
‘Avakirina korîdorê pêdiviyek wijdaniye’
Pelda destnîşan kir ku ser sînorê Tirkiyê ew rastî pirsgirêkên mezin tên, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêdivî bi vekirina Kobanê heye û wiha domand: “Mixabin nêzîkatiya Tirkiyê gelek cudaye. Heta di aliyê şandina xwarinê de jî pirsgirêkan derdixe. Di encamê de gelê me yê li wê mexdurê şerin. Ji bo hebûna YPJ û YPG’ê ya di aliyê hemû cîhanê de hatî pejirandin bihaneyan der dixe. Heger li wê rêxistinek terorê ya DAIŞ’ê heye û li wê gel qetil dike, divê nêzîkatiya dewletê cuda be.”
‘Sînor hemû di talokeyê deye’
Pelda anî ziman ku hîna nava xirabeyên Kobanê de cehsed hene û wiha berdewam kir: “Bombeyên hatine avêtin 20-30 metre kurahî çêkirine. Dê bajar ji nû ve bê avakirin, lê divê helwesta dewletê hinek rastbe, korudor bê vekirin û li wê bê nêrîn dê muhendisên ji bo avakirinê diçin bikarin li wê bijîn yan na. Ji bo derxistina wan cehsedan jî pêdivî bi malzemeyan heye. Ji ber dinya germ dibe heyegr ew cesed neyên derxistin dê bên bikeve wan deran û bibe sedema nexweşiyê. Ev ne tenê ji bo mirovên li wê deverê dijîn, di heman demê de ji bo hemû deverên ser sînor jî metirsîdare.”
‘Ji bo gelê Kobanê êşa hindirîn’
Pelda bilêv kir ku gelek welatiyên Kobanê dixwazin vegerin lê şertên heyî nebaşin û wiha dom kir: “Ji bo vegerê Kobanê ji bo gelê wê êşek hindirîne, ji ber vegerin dê mal, bax û bîstanên xwe bibînin. Berî DAIŞ ji wê derkeve gelek xefik çêkirine, heta bi cesedê hevalên xwe ve jî bombe bi cîh kirine. Di hejandinek biçuk de jî dikare bi teqin.”
‘Emê berdewama serkeftina jinan berdewam bikin’
Pelda derbirî ku Kobanê ji bo jinan xwediyê wateyek cudaye, YPJ bûye hêviyek ya her diçe mezin dibe û dibe mînak ji bo hemû cîhanê û wiha pêde çu: “Rêbertiya me dibêje ‘Hun jin hînî rakirina tabûtan bûne.’ Me dît li Kobanê ji nû ve jinê nasnameya xudawendiyê bi dest xist. Jinê li wê şoreş kir. Li wê êdî me jinan tabût ranekir, li wê gotina Rêbertiya me li ber çavan hat girtin û jinan giyana şerkirinê bi dest xist. Emê berdewama serkeftina li wê bi destê jinê hatî bi dest xistin bînin. Emê biçin li wê jiyanê ji nû ve avabikin. Emê dest bidin hev û li wê jiyanê avabikin. Banga me ji bo hemû jinên ji kesîmên cuda heye; werin em bi hev re biçin Kobanê bi wê serkeftina jinan bi dest xistî jiyanê ji nû ve avabikin û ji bo vekirina korîdorê çî ji destê me bê em bikin.”
(zt)
