Etmanek li benda 17’ê Adarê ye
12:21
JINHA
RIHA – Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ya ku dê li gundê Etmanekê ya li sînorê Pirsûs û Kobanê ye amadekarî hatine ber bi dawiyê. Têkîldarî Newroza ku dê 300 ciwan ewlehiyê bigire Serokê Komîtiya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Ugurlu diyar kir ku ew li bendê ne ku ji her deverê cihanê mirov tevli Newroza ku dê bi şîara “Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî” bê pîrozkirin bibin.
Li gundên Etmanekê ya Biçûk û ya Mezin ên bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ku yekem agirê Newrozê dê bê pêxistin amadekarî didonim. Li qada ku pêşberî taxa Kaniya Kurda ya Kobanê ye xebatên zemîn, dik û pankartê didomin. Şîara pîrozbahiya ku dê di 17’ê Adarê bê lidarxistin “Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî” ye. Dirûşmên “Agirê Newrozê yê li Kobanê û Şengalê bilind dibe Rojhilata Navîn azad dike” û “Duh Kobanê îro Rêber Apo, êdî azadî” dê di pîrozbahiyê de derkevin pêş û berxwedêrên Kobanê û Şengalê bên silavkirin.
‘Çavên cihanê dê li Pirsûsê be’
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Pirsûsê Îbrahîm Ugurlu anî ziman ku ew li bendê ne ku ji çar aliyê cihanê mirov bên pîrozbahiya Newrozê ya di 17’ê Adarê de bê lidarxistin, ji ber vê yekê jî dê çavên hemû cihanê li ser Pirsûsê be. Îbrahîm bilêv kir ku jibilî heyetên ku ji 3 kantonên rojava bên, ji parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdarî hebe dîsa malbatên çepgir, sosyalîst û şoreşgerên ku di çarçoveya piştevaniya enternasyonalist de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane j îli gundê Etmanekê bin.
‘Em ê diyarî şehîdên Kobanê bikin’
Îbrahîm da zanîn ku hevserokên KCD, HDK, HDP û DBP’ê, dîsa parlamenterên endamên Heyeta Îmraliyê jî beşdar bibin her wiha ji Ewropayê j îli bendê ne gelek heyet bên Pirsûsê û tevli pîrozbahiyê bin. Îbrahîm bilvê kir ku dê bi pîrozbahiya Amedê ve bibe ya herî mezin û 300 ciwan jî ewlehiya qadê bigirin. Îbrahîm têkîldarî amadekariyan ev nirxandin kir: “Ji bo qada Newrozê amadekariyên ke didome û hatiye asta dawîbûnê. Ji bo pêdiviyên av û tuwaletê xebat hate kirin. Divê hemû gelê me yê welatparêz beşdarî Newroza Pirsûsê bin. Em ê dengê xwe bi ruhên Kader Ortakaya ya sînor nas nekir, berxwedêrê mezin Suphî Nejat Agirnasli û Arîn Mîrkan a bedena xwe kir bombe û ji bo gelê xwe canê xwe feda kir bigihînin Kobanê û vê Newrozê diyarî yên di berxwedana Kobanê de şehîd ketin bikin.”
(zt)

