Ji DOKH’ê hişyariya ‘xwe ji helwestên ku sîstemê rihet bike dûr bigirin’

13:06

 


JINHA


AMED  – Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk, xwest ku pîvanên siyaseta demokratîk ji nû ve bên bîranîn û her kes xwe ji helwestên ku sîstemê rihet bike dûr bigire. DOKH’ê, banga “di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî ji Qirkirinê re Êdî Bes e’ de em berxwedana xwe ya demokratîk bilind bikin û azadiya xwe bidest bixin” li hemû jinên kurd kir.


Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), daxuyaniyeke nivîskî da û xwest ku pîvanên siyaseta demokratîk ji nû ve bên bîranîn û her kes xwe ji helwestên ku sîstemê rihet bike dûr bigire. DOKH’ê diyar kir ku pirsgirêka kurd tê wateya ku mafê gelê kurd ê xwe birêvebirinê hatiye desteserkirin. DOKH’ê destnîşan kir ku ji bo gelekî ku vîna wê ya siyasî hatiye tunekirin, pîvana wê ya diyarkirina çarenûsa xwe tune hatiye hesibandin, pirsgirêka esas, pêkanîna organîzasyona xwe ya siyasî û îdarî ye. Daxuyaniya DOKH’ê wiha berdewam kir: “Mêtîngeriyê, bi rêya tûnekirina îradeya siyasî ya gelê kurd, yanê rêberên gelê kurd, xwestiye ku siyaseta tunekirin û tunehesibandinê pêk bîne û biserkeve.” DOKH’ê diyar kir ku qebûlkirina rêberiya siyasî ya gelê kurd û nasîna mafê xwe birêvebirinê ya ji bo gelê kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, parametreyên bingehîn ên ç areseriyê ne.


‘Destpêkê azadiya Ocalan’


Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji aliyê DOKH’ê ve kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî ji Qirkirinê re Êdî Bes e’ hatiye destpêkirin. DOKH’ê da zanîn ku bi vê kampanyayê re, jinên kurd feraseta çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, bi rayagiştî re parve kirine. DOKH’ê balkişand ser van xalên girîng jî: “Jinên kurd, dibêjin ku metoda çareseriya demokratîk detpêkê dê bi pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û pejirandina modêla xweseriya demokratîk be.  Tu polîtîkayeke li derveyî vêya, exlaqî û polîtîk nabîne. Li ser vê esasê, sala  2011’an şahediya berxwedana bêhempa ya jinên kurd kiriye. Dayikên me, keçên me, jinên me yên bijartî, dest û mil dane hev û li qadan, bi yek dilî, bi çalakiyên mertalên zindî, berxwedanê bilind kirin û lîstikên pergalê (sîstemê) pûç kirin.”


‘Navnîşanên yên xwe davêjin nav agir, tê zanîn’


DOKH li ser girîngiya siyaseta demokratîk rawestiya û wiha got: “Mijareke ku divê zanistiya sosyolojî û exlaqê bi baldarî bişopîne û hûrbûna entelektuel dixwaze ye. Ger ku mijara gotinê pirsgirêka kurd be, tundiya wê wisa zêde ye ku bi yek du hevokan nekarî bê nirxandin. Pêvajoyeke rastiyê heye ku ew jî; 8 hezar kadro û xebatkarên wê girtî ne, bi operasyonên leşkerî zarokên gelê kurd li Roboskiyê, li çiyan, bi êrîşên hewayî û kîmyewî tên qetilkirin, serokatiya wê ev 11 meh in bi metodên derveyê mirovahiyê di bin tecrîdê de tê girtin. Di pêvajoyeke wiha de divê mirov deh car bifikire carek biaxive. Rastî gelek cidî ye û navnîşanên yên xwe davêjin nav agir, tê zanîn.”


Banga li jinên kurd


Di daxuyaniya DOKH’ê de hat gotin ku “Di encama keda bi hezaran kadroyan û gelê bi milyonan, bi hêviya azadiya Birêz Ocalan û xweseriya demokratîk tevlî hilbijartinan bûn de, vîneke derket holê. Dema ku ev vîn bi gel re neyê nîqaşkirin û ji aliyê gel ve neyê erêkirin helwestên takekesî bên pêşxistin, em li gorî baweriya bi siyaseta demokratîk, vêya wekî siyaseta antî demokratîk û elît binav dikin.” DOKH’ê da zanîn ku ew takekes û metoda di ser partiyan re, li derveyê xwezayiyê dinirxînin û sedema vêya bi gotinên wekî “Ji ber ku ya tê dengdanê, ne misyona ser partiyî, programa partiyê ye” aşkera kir. DOKH’ê ev tişt gotin: “Bila pîvanên siyaseta demokratîk ji nû ve bên bîranîn û her kes xwe ji helwestên ku sîstemê rihet bike dûr bigire. Em bang li hemû jinên kurd dikin ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî ji Qirkirinê re Êdî Bes e’ de, em berxwedana xwe ya demokratîk bilind bikin û azadiya xwe bidest bixin.”


 (ho)