Li Wanê êrîşkarê bi çekê êrîşî jinê kir hat bê bandor kirin

14:25

 


JINHA


WAN – Li kolanek ya Wanê jina 27 salî ji aliyê mêrekê  ve hat birîndar kirin. Dema ku jinik rakirin nexwşexanê, bi hezaran welatiyên nerazîbûn nîşan dan êrîşkar lînc kirin. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat giritina cihek yê kar. Gengeşe berdewam dike.


Li Kolana Hunerê ya Wanê jina 27 salî ji aliyê mêrekê ve bi çekê hat birîndar kirin. Jina ku guleyek bi wê ket rakirin nexweşxanê. Paşê welatiyên li kolanê re derbasdibûn bertek nîşanî êrîşkar dan û êrîşî ser wî kirin. Her ku diçu girseya bertek nîşanî êrîşkar didan zêde dibû, êrîşkar lînc kirin, hêzên tayîbet li hawara êrîşkar hatin û ew girtin bin ewlehiyê. Polîsan êrîşkar birin cihek yê kar û derdora wî cihê kar jî ji hêzên tayîbet hatin girtin.


Bi hezaran welatiyên bi duruşmên weke “Hun êrîşkar di parêzin çima we jin ne parast”, “Destê dirêjî jinan bibe bila bişkê” û “Jin jiyan azadî” bilind kirin, li kolana Hunerê rawestane. Gengeşe berdewam dike./…


 (zt)