Li Çukurovayê Konferansa Jinên Ciwan hat li darxistin
16:12
JINHA
EDENE – Ji aliyê Meclisa Jinên Ciwan ya Kongra Gelan ya Demokratîk (HDK) ê ve bi duurşma ‘Bi Rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi Rêbertiya Azad ve’ li Edeneyê Konferansa Jinên Ciwan ya Çukurova hat li darxistin.
Li Mala Şînê ya li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê Ji aliyê Meclisa Jinên Ciwan ya Kongra Gelan ya Demokratîk (HDK) ê ve bi duurşma ‘Bi Rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi Rêbertiya Azad ve’ li Edeneyê Konferansa Jinên Ciwan ya Çukurova hat li darxistin. Li Salona Konferansê wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Arîn Mîrxan ya ku bûye sembola berxwedana Kobanê, Kader Ortakaya ya ser sînorê Pirsus û Kobanê ji aliyê leşekrên Tirk ve hatî qetilkirin, li gel alayên YPJ, KJA û PKK’ê hatin hildan. Li salonê pankartên weke “Jinên ciwan yên bi giyana Arîn Mîrxan azadbûne dê benda hilbijartinan hilweşînin”, “Bi jinên ciwan yên rêxistinkirî ber bi civaka ehlaqî û polîtîk ve” û “Bi jinên ciwan ber bi azadiyê ve” hatin hildan. Di salonê de dem dem duruşmên weke “Jin jiyan azadî” dihatin bilind kirin û berxwedana YPJ’ê hat silav kirin. Konferansê bi deqeyek rêjzgirtina ji bo giyanê kesên di tevgera azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir.
Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê şandî hat xwendin. Piştî peyamê axaftina vekirinê ji aliyê Xebatkara NÇM’ê Jiyan Savci ve hat kirin. Jiyan diyar kir kul i Rojava bi pêşengiya jinê şoreş tê kirin û wiha got: “Em hemû hevalên xwe yên di tevgera azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin û soza girêdana bi tekoşîna wan ve didin û emê tekoşîna wan heya serkeftinê bibin.”
Konferans li ber sitiranan gerandina govendê bi dawî bû.
(zt)

