Êrîşa polîsan ya ser welatiyê ji ber şideta ser jinê bertek nîşan dane
16:46
JINHA
WAN – Li Wanê ji ber jina bi navê N. O ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hat birîndar kirin bi hezaran welatî daketin qadan. Dema ku bi hezaran welatiyên kombûn xwestin mêrê hevjîna xwe dayî ber guleyan lînc bikin, hêzên tayîbet ketin nava girsê, bi ava şit û gaza îsotan gel belav kir.
Li ser Cadeya Cumhuryetê ya Wanê jina 27 salî N. O bi guleyê ji aliyê hevserê xwe ve hat birîndarkirin. Jina birîndar bû ji aliyê welatiyên derdorê ve hat rakirina nexweşxanyê. Bi hezaran welatiyên ji ber bûyerê kombûn û xwestin mêrê hevjîna xwe gulebaran kiriye lînc bikin. Dema ku mêrê hevjîna xwe gulebaran kirî li dikanek ya ser rê de hat girtin hêrsa gel zêde bû. Li cihê bûyerê ser Cadeya Cumhuriyetê welatiyên kom bûne duruşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bila destê dirêjî jinan dibe bişkê”, “Evder Kurdistane hun nikarin derbas bibin” û “Katîl AKP” hatin berz kirin. Ji bo belavkirina gel hêzên tayîbet û wesayîtên zirxî kêm man. Vê carê jî rêveberên HDP û BDP’ê ketin dewrê. Lê hêrsa li hember şideta ser jinê nava bajar zêde bûyî nehat kêm kirin.
N. O ya ji dest û lingê xwe bi guleyan hatî birîndar kirin hat zanîn ku ji ber şideta ji hevserê xwe dibîne ev saleke cuda dijî. N. O ya rakirin Fakulteya Tibê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hat zanîn ku girtine emelyatê û talokeya jiyana wê nîne.
(zt)

