Li Wanê Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvan hat vekirin
17:50
JINHA
WAN – Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvan ku ji aliyê Şaredariya Îpekyoluyê ve dihat amadekirin hat vekirin. Di merasîma vekirina Navenda Çandê ya Bêrîvan de Hevşaredara Îpekyoluyê Aygul Bidav axivî û diyar kir ku dê di şopa Bêrîvanan de bimeşin û soza berdewam kirina tekoşîna wan da.
Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvan ya kul i taxa Rojhilat ya Wanê ji aliyê Şaredariya Îpekyoluyê ve dihat avakirin qediya û merasîma vekirinê hat çêkirin. Di merasîma vekirinê ya ku navenda çandê bi balonên renga reng hatî xemilandin de Hevşaredarên Îpekyoluyê Aygul Bidav û Veysel Keser, Hevşaredara Navenda HDP’ê ya Wanê Derya Hayva, Parementerê HDP’ê Demir Çelik, malbata Bêrîvanê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, hevserokên meclisên taxan jî di navê de gelek welatî beşdar bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Paşê jî nameya ji girtîgehê ji bo Zînet Karaaslan bi nasnav Bêrîvan ya k udi sala 1992’an de din ava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dayî hatî şandin hat xwendin. Di merasîma vekirinê de dem dem duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin berz kirin.
‘Heval Bêrîvan bû buhar’
Piştî nameyê Hevşaredara Îpekyoluyê Aygul Bidav axivî û da zanîn ku dê di şopa Bêrîvanan de bimeşin û wiha got: “Zarokên me bûn şervanên YPJ û YPG’ê. Emê jî navê wan lir ê, kolan û saziyên xwe bikin. Em li vêderê soza bilinkirina tekoşînê didin. Heval Bêrîvan bû buhar. Bila êdî xwîn ne rije û rondikên çavan bi dawî bibe. Bila em êdî din ava aştî û aramiyê de bi hev re bijîn.”
Hevşaredara HDP’ê ya Wanê Derya Hayva jî axivî û got: “Dema em şanaziyekê dijîn li gel wê em di heman demê de êşê jî jiyan dikîn. Tekoşîna wan heya vêderê aniyî emê berdewam bikin.”
Malbata Bêrîvanê jî nirxandin kirin û şanaziya xwe ya ji bo vekirina saziyê anîn ziman.
Paşê portreya Bêrîvan hedyeyî malbata wê kirin.
Jinan li ber denê Ayfer Duzdaş govend gerandin û merasîm bi dawî bû.
Bêrîvan kiye?
Zînet Karaaslan bi nasnav ERNK gerila Bêrîvan di sala 1992’an de li Wanê di serdegirtina malekê de hat qetilkirin. Li Wanê navê Bêrîvanê lig elek jinan hat kirin û navê wê li saziyan tê kirin.
(zt)

