Meşa ‘ji Ocalan re azadî’ didome
08:56
JINHA
ŞIRNAK- Meşa ji bo Azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Cizîrê despê kir û ber bi Amedê ve diçe dewam dike.
Meşa bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî’ tê lidarxistin dewam dike. Meşa ku li Cizîrê despêkir û ber bi Amedê ve diçe roja 21’ê Adarê li qada Newroza Amedê wê bi dawî bibe. Meşa ku di cîhanê de meşa sêyêmin a dirêje bi tevlîbûna pir, jin û ciwanan pêk tê. Girseya ku tişörtên li serê bi 5 zimana “Ji Ocalan re azadî” nivîsi li xwe kirine duruşmên “ Bê Serok jiyan nabe” “Bijî Serok Apo”,”Ji îmraliyê re hezar silav” qîriyan. Meşvan di her gund û bajarên tê re derbas dibin bi aleqeya mezin a gel tên pêşvazîkirin û heta dawiya navendan gel tevli meşê dibe.
Meşvan piştî ku 25 km meşiya gihişte gundê Sivik a girêdayî navçaya Cizîrê meşvan li wê di konên berê hatibû vegirtin de bêhna xwe dan û ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin, dê li cihên weke Nisêbîn, Mêrdîn û Çinarê peşwaziyên girseyî bibin.
(ma/zt)

