Li ber pala Çiyayê Şengalê dibistanên kurdî vedibin
09:15
Zehra Dogan/JINHA
ŞENGAL – Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe rizgar kirine, di kampa li Çiyayê Şengalê de dijîn, di dibistanên ji konan hatîn amadekirin de amadekariyên bi zimanê kurdî wane dayînê dikin. Ji dewreya perwerdê ya ji bo amadekariya mamostayên di dibistanên li ber palên çiyê hatîn amadekirin Narîn Gulistan Ahmet axivî û got: “Li hember yên dixwazin çanda me tine bikin, emê li çiyayan dibistanan vekin perwerdê bidin û çanda xwe biparêzin.”
10 hezar 500 Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe li çiyayê Şengalê girtine, li gel zoriyan jî terzek jiyana hînbûnê avakirine. Li Çiyayê Şengalê hem dibin banê tabura YBŞ’ê de tên parastin û hem jî sazumaniya xwe ya jiyanê avadikin. Li gel hemû êrîşan jî li çiyayê şengalê dest bi avakirina dibistanên kurdî tên kirin. Ji bo bi tîpên latînî perwerdeya kurdî bê dayîn niha perwerde tê dayîna mamostayan. Di hindirê konê perwerdê de texteyek yê nivîsê heye, li dora wî textî mamosta dicivin ji saetên serê sibê heya êvarî roj avayê perwerde berdewame. Dewereya perwerdê ya ji 45 mamostayan pêktê piştî çar mehên perwerdê dê di 5 dibistanên ji konan hatîn amadekirin yên li pala çiyê de perwerdê bidin.
Perwerde û parastin bi hev re pêşde diçe
Ji dewerya perwerda mamostayan Narin Gulistan Ahmed diyar kir kul i gel hemû bê derfetiyan jî ew hewildidin ji bo perwerde dayîna zarokan amadekariyan bikin. Narin da zanîn ku ji ber armanca êrîşan tinekirin û bişaftina çanda wane, ew jî li hember êrîşkaran ji bo parastina çandê dê di herêmên parastinê de perwerdê bibînin û wiha got: “Li hember yên dixwazin çanda me tine bikin, li çiyan be jî emê dibistanan vekin û perwerda xwe berdewam bikin.” Narin anî ziman ku niha tenê waneyên wan ser rêzimana kurdî diçe û wiha domand: “Ser vê erdnîgariyê bi salane bi zimanê erebî perwrede hatiye dayîn. Ji ber wê jî em despêkê perwerda elfabeya latînî didin mamostayên xwe. Paşê jî ser êv alfabêyê emê perwerdê bidin. Dema ku ev hemû cihê xwe girtin paşê emê derbasî beşêndinê bibin. Dema ku mamostayên me hatin gihandin emê ji bo perwerde dayînê bişînin dibistanan.”
‘Wane ji bo amadekariyên azadiya Şengalê ne’
Narîn bilêv kir k udi konan de perwerda kurdi ya ku ew bidin zarokan dê ji bo amadekariyên azadiya Şengalê be û wiha berdewam kir: “Emê li hember dijminê xwe yê bi salan ziman û çanda me qedexe kirî di van çiyayan de di konan de perwerda bi zimanê xwe bibînin. Dê mamostayên em li vêderê perwerde bikin di asta perwredê bidin hemû Şengalê debin. Em hewil didin bi zimanê kurdî perwerdê bidin û li hember êrîş û fermanên ser me bi salanin ji bo tinekirina çanda me berdewam dikin rawestin. Dê hemû zarokên Şengalê li dibistanan bên qeyîd kirin û emê li hember bê perwerdehiyê rawestin. Dibe ku hîna şer berdewam dike, lê ev nayê wateya bê perwerde mayîna me.”
‘Meteriyalên me yên perwerdê kêmin’
Di dawiyê de Narîn ji bo dibistanê bang kir û got: “Çeteyên DAIŞ’ê dora me girtine. Ji ber wê jî xwe gihandina malzemeyan dê hêzê bide me. Ji bo dibistanê jî hinek kêmanî hene. Pêdiviya xwendekaran bi lênûs, pênûs û çanteyên dibistanê hene. Li gel wê materiyalên me yên perwerdê jî kêmin. Pêdiviya me bi pirtûkên perwerdê hene.
(zt)

