Ji jinên kedkarên raya gişti modela parastina cewherî

10:01

 


JINHA


AMED – Jinan li hember pirsgirêkên kul i cihên karê xwe dijîn biriyara avakirina meclisên cihê kar dan. Hevseroka Şaxa Egitim Sen ê ya Amedê Dilek Atsan diyar kir ku êdî bi modela rêxistina berê pirsgirêkên sendîkayan yên vê demê nayên çareser kirin û got: “Em weke jinên xebatkarên raya giştî yek ji pirsgirêkên me yên sereke mobingin. Li hember mêtîngeriya kedêya meclisên kar û hemû awayên tindiyê em hewil didin parastina cewherî pêşbixin.”


Xebatkarên raya giştiyên endamên Egitim Sen ê yên girêdayî KESK’ê li hember pisgirêkên kul i cihê kar dijîn modela xwe rêxistinkirinê pêşdixe. Jinên kedkar biriyar dane ku meclisên jinan yên navendên kar avabikin. Jinan dan zanîn ku model adi sed sala 19’an de ji bo cihên kar hatî avakirin û heya niha berdewam dike, niha ji bo pirsgirêkên wan nabe çare, ji ber wê jî ew hewil didin bi modela nû xwe rêxistin bikin. Di derbarê xebatên ‘meclisên kar’ de Hevseroka Şaxa Egitim Sen ê ya Amedê Dilek Atsan wiha axivî: “Li tevahiya cîhanê di aliyê sendîkayan de xetimînek heye. Modela kar ya sed sala 19’an êdî di roja me de kêm dimîne û wateya wê nemaye. Êdî li hember mêtîngerên kedê yên demê pêdivî bi modela rêxistinkirinê ya nû heye.”


‘Li gorî kadegoriyan kedkar ji hev tên cudakirin’


Dilek balkişand ser rêbaza rêxistinkirina niha berdewam dike û wiha got: “Li vê qadê bi awayê kadro, bi hevpeyîmanî û demî ji hev tê cudakirin, mamostayên tên mêtînger kirin ji qadê di qetin. Dewlet 10 kesan bi dahata yek kesê dide xebitandin û bi vê jî dixwaze fêlbaziyên xwe bide girtin. Dema ku rewiş wiha dibe em kedkarên perwerdê jî bi van rewşan bandor dibin. Di rastiyê de qadên kedê pir hêsan dikarin bên rêxistin kirin, hemû kesên di wê qadê de keda wan derbas dibe dikarin beşdarî rêxistinkirina wê bibe. Em jî ser van pirsgirêk û xetimandinan difikirin. Bi vî awayî weke pêşengîkirina jinan li çend dibistanan me meclisên jinan avakirine.”


Dilek armanca ‘Meclisên kar’ wiha anî ziman: “Mamostayên li navendê perwerdê didin ji ber du dewreyên perwerdê yên cuda ji hev cuda dibin. Din ava kar de jî weke sendîkal û bê sendîka ji hev cuda dibin. Kedkar nakevin ferqa mêtîngeriya keda xwe de. Armanca me ya despêkê jin bi vê cudabûnê re anîna gel heve. Pirsgirêkên me yên bingehîn ne nasîna nasnameya me ya jinbûnê ye, ji ber wê em her dem bi pirsgirêkên xwe yên weke jin xwe dana pejirandinê de dijîn. Emê bi pêşniyarên ji nû ve sazumaniyê û ji jêr heya jor ji nû ve rêxistinkirinê ji pirsgirêkên xwe re bibin çareserî.”


‘Li hember mêtîngeriya kedê hêza parastina cewherî’


Dilek bilêv kir ku dê li hember hemû cureyên êrîş û şidetê li navendên kar hêza parastina cewheriya sivîl pêşbixin û wiha dom kir: “Din ava vê rêxistinkirinê de ya herî jinan mijul dike mobinge. Ne tenê li dibistanan li navendên desteya perwerdê jî hevalên me yên jin yên dixebitin rastî heman astengiyan tên. Emê li hemberî hemû mêtîngeriyên kedê û hemû şêweyê tundiyê hêza parastina cewherî avabikin. Emê ji jêr yeha jor li hemû pirsgirêkên hevalên xwe guhdar bikin û ji bo çareseriyê din ava hewildanan debin. Ji bo bi vî awayî em xitimandinên heyî derbaskin emê bi her awayî hewildanên xwe berdewam bikin.”


(zt)