Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn ‘bûn endanên rêxistina PKK'ê’

10:17

 


JINHA


BEDLÎS  - Li Bedlîsê têkildarî afîşên KJA'yê yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin daliqandin biryara komkirinê hat dayîn û di biryarê de îfadeyên skandal cih girtin. Di biryarê de ji bo Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg îfadeyên "Nasnameyên wan nehatin tesbîtkirin lê hate fêmkirin ku endamên rêxistinê ne" cih girtin.

Li Bedlîsê ji bo bernameyên 8'ê Adarê di bîllboardan de afîş hatin daliqandin û têkildarî afîşan de dadgehê biryara komkirinê da. Di biryara komkirinê de ji bo Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn îfadeyên "endamên rêxistina terorê ya PKK'ê" cih girtin. Serdozgeriya Komarê ya Bedlîs ji bo afîşên KJA'yê yên ji bo 8'ê Adarê amadekirin lêpirsîn da destpêkirin û ji Dadgeha Ceza ya Sulh xwest ku afîş bên komkirin. Dadgeha Caza Sulh a Bedlîsê ji bo afîşan biryar komkirinê da. Dadgeha Ceza Sulh a Bedlîsê di biryarê de ji bo Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Kader Ortakaya îfadeyên "endamên rêxistina PKK/KCK'ê ne" bikaranî û ji bo Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg jî got, "Nasnameyên wan nehatin tesbîtkirin lê hate fêmkirin ku endamên rêxistinê ne."

'Rewşeke trajîkomîk e'

Ji ber ku afîş ji aliyê Şaredariya Bedlîsê ve hatin daliqandin Midûra Qelem a Tabyet ya Şaredariya Bedlîsê Ozgur Oran ji bo îfadeyan bide gazîkirin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê. Ozgur anî ziman ku tiştên hatin jiyîn û îfadeyên di girtekan de cih girtin trajîkomîk in û wiha got: "Afîş ji bo dewetkirina bernameyan bû. Biryara dadgehê biryarekî bi zorê bû. Wêneyên kesên li ser afîşan berê jî gelek caran li ser afîşan hatin bikaranîn û tu pirsgirêk jî nehatin bûn jiyîn. Bi taybet di 8'ê Adarê de wêneyên jinan rastî muameleyekî wisa hatin bi fikar e. Bi taybet îfadeyên ji bo Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg trajîkomîk in."

(zt)