Di derbarê parêzera jin ya rastî êrîşa 20 gardiyanan hatî de lêpirsîn

11:10

 


Handan Tufan / JINHA


İZMİR Doza Parêzer Canan Uçar ya ku dema ji bo serdana muwekilên xwe çuye Girtîgeha Şakranê rastî êrîşa 20 gardiyanan hatiye li Dozgerê Aliaga yê bi ‘neşopandinê’ dawî bû. Heman dozgeriyê ser îdiaya ardiyanan ya ‘bê mafî li me kiriye’ di derbarê Parêzer Canan de lêpirsîn da despêkirin.


Di cotmeha 2012’an de dema ku Parêzer Canan Uçar ji bo serlêdana muwekilên xwe diçe Girtigeha 2 Nolu ya Tipa T ya Şakranê ji ber arizeya di cîhza çavan de nedikarî derbas bibe nerazîbûn nîşan da rastî êrîşa 20 gardiyanan hatibû. Parêzer Canan di êrîşa wan de bi hewildanên lînc kirinê birîndar bûyîbû. Di wê rewşê de hema Canan rakirina nexweşxanê û rapora darbkiriye girtibû. Canan paşê li Serdozgerê Aliaga yê di derheqê gardiyanên êrîşî êw kirine de gilî dike. Di lêkolîna dozgeriyê de û dîmenên qamereyan de hatibû dîtin ku Parêzer Canan ji aliyê gardiyanan ve hatiye lînc kirin.


‘Heger wiha nêzî min bibin…’


Canan di derbarê bûyera bi serê wê hatiye wiha dibêje: “Ez mirovek parêzvanim, mafê xwe dizanim. Ji ber wê jî dizanim divê gardiyan li gorî wê nêzîkatiyan l imin bikin. Heger ev rewşa wan ya bi pîvan be. 30 kes bi hev re êrîşî yek kesê bike. Ji xwe dema xizmên girtiyan tên serdana wan vana çanan nêz dibin.”


Canan anî ziman ku 20 gardiyanên êrîşî wê kirine gotinên neyên gotin ji bo wê gotine û wiha berdewam kir: “Ev yên k udi jiyana xwe ya civakî de bi mêrbûna xwe xwe bi şans dihesibînin û xwe pê mezin dikine. Lê 30 kes ji wan bi hev re êrîşî jinekê kirin layêqî xwe dîtin.” 


(zt)