‘Meşa Azadiyê’ di roja duyem de berdewam dike
11:19
JINHA
ŞIRNEX - Meşvanên ji Cizîrê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" dest bi meşê kirin piştî şevê din bêhna xwe dan serê sibê careke din dest bi meşê kirin.
Bi sedan welatî duh di seatên nîvro de ji navçeya Cizîrê ya Şirenxê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" ji bo tevlî Newroza Amedê bibin dest bi meşê kirin. Girseya şeva xwe li gundê Sivikê yê Cizîrê derbas kir serê sibê careke din dest bi meşê kirin. Hin çalakvan li gund û hin çalakvan jî li dora agirên hilkirin şeva xwe derbas kirin. Welatiyên gundên Sivikê çalakvan li malên xwe mêvan kirin.
Çalakvan serê sibê bi gotina ‘Rojbaş’ rabûn xwe amade kirin û careke din dest bi meşê kirin. Ekîba tendûrîstiyê û ambulansên Navenda Tendûrîstiyê ya Bişeng a Şaredariya Cizîrê jî bi meşvanan re tê.
(ma/zt)

