Girtiyên Îmraliyê hatin guhertin

11:26

 


JINHA


ENQERE  – 5 girtiyên ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê heya niha dihatin girtin sewqî girtêgehên din hatine kirin û li şûna wan 5 girtiyên din ber bi Îmraliyê ve hatine şandin.

Girtiyên bi navê Şeyhmuz Poyraz, Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Hasbî Ozdemîr û Hakki Alpan ên ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diman ji giravê hatin derxistin. 3 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, 2 girtî jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê hatine kirin. 

Hate hinbûn ku 5 girtiyên din ên bi navên Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Nasrullah Kuran û Veysî Aktaş dê bibin Girtîgeha Îmraliyê. Hate hînbûn ku îdareyên girtîgehan li malbatên girtiyan geriyane û agahiya dê xizmên wan sewqî Îmraliyê bên kirin dane. Hate zanîn ku girtî dê îro bibin Îmraliyê. Girtiyên ku dê bibin giravê hatibû gotin ku dê peywira sekreteryayê bi cih bînin.

(zt)